Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

19’ê Tîrmehê bû şoreş û gelek şoreş bi xwe re afirand

Nêrgiz Ismayîl | 

Dîrokê rastiyek wiha daye ispatkirin ku ne her milet dikare şoreşê lidar bixe, ger lidarxist jî çendî wê xwedî hêz be û wê şoreşê berdewam bike ev mijareke dîrokî ye, gelekî girîng e mirov li bersivên wan bigere. Pirsa ku îro xwe ferz dike çima 19’ê Tîrmehê mohra şoreşê li xwe kir û dikarîbû bibe bersiv ji gelek aloziyan re. Gengeşekirina van pirsan me ji Cîgira Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cemîla Ehmed pirsî.

Nêrgiz Ismayîl: Çima 19’ê Tîrmehê navê (şoreşê) lê hat kirin?

Cemîla Ehmed: Gelekî girîng e ev pirsê her kurdek ji xwe bike û di heman demê çima ev nav lê hat kirin, nas bikin. Di destpêkê de ez hemû şehîdên kurd û Kurdistanê, yên şoreşa 19’ê Tîrmehê û heta vê kêliyê bi bîr tînim û bi minetdarî bejna xwe li beramberî bîranîna wan ditewînim. Her wiha em jina têkoşer û bi nirx Hevrîn Xelef jî bi vê boneyê bi bîr tînin. Ji ber ku sekna wê ya di kar û xebatên partiya me de gelekî giran buha bû.

Rastiyeke wiha hebû rewşa Sûriyê ji 2000 û şûnde, ber bi aloziyên giran ve çû. Ev aloziya hundirîn ango ya derve. Jixwe wekî gelê kurd û rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran, gelê me yên ku bênasname hemwelatiyê bûn, ji erd û warên xwe koçber bûn. Her tiştê wan ji destê wan hatibû girtin. Ne tenê qedexeya ziman û çandê heta hebûna wan wekî civak ango nasname ji destê wan hatibû girtin. Gelê ereb bi xwe jî ji bajarên dûr wekî Latiqiyê, Şamê li herêmên ereban kurd bi rê ve dibirin. Çanda hebû ev bû; miletên xwediyê cihê xwe ne tu tiştên, yên ji derve de her tiştin. Vîna civakê nemabû. Ew vîna ku civak bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe nebû, hetanî gundekî xwe bi rêxistin bike, bajarekî xwe birêxistin nebû. Ev ruhê civakî pergala dewletên netew di nava xwe de fetisandibû. Wiha lê kiribûn ku cîran xwedî li cîranê xwe dernekeve, tenê di mala xwe de bin. Ev nêzîkatî çi di warê debara malbatê de be, çi di karên siyasî de be. Ev yek jî di bin navê: “Rewşa awarte û êrîşên ji derve ve li ser me hene, nabe em dezgehên siyasî ava bikin, nabe em saziyan pêşbixin, çênabe kesek ji bin siya partiya Baasê derkeve, nabe em fêrî polîtîkayê bibin û hwd…”  Ev sîwan tenê hebû. Kesek bixwesta ji bin vê hişmendiyê derkeve yan wê têkeve zindanê û hemû temenê xwe li zindanê derbas bikin, an wê koçeber bibin an jî wê bên kuştin.

Nêrgiz Ismayîl: Naxwe li vê derê mirov dikare bigihêje wê encamê ku êdî zemînê damezirandina şoreşê pijiya bû?

Cemîla Ehmed: Rast î ger em tenê bibêjin pijandin dibe kêm bimîne. Êdî pêwîstî bi teqandinekî hebû. Ne tenê ev rewşên aloz û tepisandinê li ser gelê kurd bû, li vê derê gelek pêkhate dijiyan û gelekî mîna rêzexelekan pêve girêdayî ne. Bi salan jiyana xwe ya civakî pev re derbas kirine. Xala ku dixwazim bînim ser ziman ne tenê gelê kurd eziyet ji vê hişmeniyê didît, gelê herêmê jî çi ermen, ereb bi xwe jî, sûryan, şerkes, tirkmen, durzî û hwd. Mafê van gelan hemûyan hebû ku mafê xwe di jiyaneke azad de bijîn. Gelê ereb ê ku rewşa xwe qet nedizanî ka çiqasî hatiye çewisandinê. Ew jî têghişt di dema ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî herêmên wan bûn û çekdarên rejîma Baasê de hemû herêmên xwe berdan, ev şaşwaziyek gelekî giran bû. Mebesta min çi ye hemû milet zexteke giran ji destê vê hişmendiyê dît.

Êdî helwest pêwîst bû. Lewra helwesta herî dîrokî ew bû, 19’ê Tîrmehê bibe şoreş û di heman demê de bibe şoreşa azadî û biratiya gelan. Hemû gelan di nava xwe vehewîne. Yanî em dikarin bibêjin ku şoreşê ne 2012’an dest pê kir, a rast ji 2004’an de li bajarê Qamişloyê gava gelê me li dijî wê pergalê bi awayeke aşkera dest bi serhildanê kir, destpê kir. Ew mîrateya helwestê berdewam kir heta gihişt 19’ê Tîrmehê ya 2012’an.

Em dikarin bibêjin ku êdî kurd ketin wê ferqê de ku gerek ji bo nasname xwe têkoşînê û şoreşê bikin. Êdî çanda yek al, yek ziman, yek netew tu sûdmendiya civakê jê nebû. Ew çand ji derveyî xwezaya gelê Sûriyeyê bû. Dibe ku di dema Hafiz Esad de di warê fermiyetê de zimanê kurdî axaftin qedexe bû, lê kêmek be jî di malbatê de li gundê xwe pê axaftin hebû, lê piştî peymana Edeneyê ku di navebra rejîm û dewleta tirk de pêk hat, êdî destwerdanên tirkan ji Sûriyeyê re gelekî zêde bû. Ev pirsgirêka herî mezin e. Eger em bibêjin gelê kurd zilmê ji van polîtîkayan dibîne ango dîtiye lê belê civaka Sûriyeyê bi giştî ji vê sîstemê bêzar bûbû. Lewra 19’ê Tîrmehê bû şoreş. Pêwîstî bi teqandinê hebû.

Nêrgiz Ismayîl: Dema em stratejiya partiya Baasê dixwînin bernameya wê, rêziknameya wê hemû li ser azadî û jiyaneke hevbeş e. Gelo vê rejîmê xiyanet bi ramana xwe re kiriye? Dirûşmeyên wê tiştek in, pêkanînên wê tiştekî din in?

Cemîla Ehmed: Sosyalîzm, azadî û demokrasiya gelan tenê di naveroka dirûşmeyan de maye. Li şûna çanda civakî pêşbixe bêhtir rêzefilmên tirkan, dublajî zimanê erebî kirin û li dijî çanda xwe jî tepisandinek kirin. Civak felç kir, bê vîn kir. Her wiha kesayetên ku li dijî vê hişmendiyê xwestin bi helwest bin ew xistin zindanê û jiyana wan winda kirin. Ev bi salan berdewam kir. Êdî Sûriye ji cewhera xwe derket. Li şûna ew bi xwe bikaribe helwestên xwe yên azad bide diyarkirin, berovajî lewaziya hêza xwe ya guherînê da pêş. Li şûna çareserkirina pirsgirêkên civakî, ew pirsgirêk kir aloziyên kur û rê li pêşiya parçekirinê vekir. Lewma gelê Sûriye bû armanceke sereke li ber çavê neyarên civakê pev re dijiyane. Ji ber ku êdî civak gihiştibû astekê ku ji exlaqê xwe yê polîtîk û azad dûr bijî. Nema dikare pev re bijî, di bin siya tirsê de bijî.

Nêrgiz Ismayîl: Di vê wateyê de em dikarin bêjin li vê derê rola kurdan derket pêş?

Cemîla Ehmed: Bêguman di destpêkê de koalîsyon rabûn ser xwe, xwestin ev rejîm bê guhertin, lê tenê mîna pêlekê man û beskirin nema dikarîbûn li ber xwe bidin. Lê miletê kurd her çendî gelek zext û zilm dîtiye qet ji bo bidestxistina azadiya xwe besnekiriye, çendî hatibe perçiqandin qet nesekiniye heta dawî li ber xwe daye. Lewma kurd bûn pêşengê miletan. Ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn. Li vê derê rola 19’ê Tîrmehê weke şoreşê lîst. Gelekî girîng bû. Bi rabûna kurdan re, gelên Sûriyyê jî rabûn. Di vê mijarê de ya ku di destpêkê de banga şoreşê bi cih anî, jin bûn.

Weke rejîma Baasê tenê navenda jinan Yekitiya Jinên Sûriyeyê hebû. Ew jî tenê li derve hebû lê di naveroka xwe de hişmendiya yek navend bi rêve dibir. Jin ne xwedî biryara xwe bûn. Wiha pêla şoreşê hêviyên jinan ji bo azadiyê jî kir. Jinan hebûna vîna xwe di nava şoreşê de dît. Ne tenê di baskê leşgerî de, rêxistinkirina civakê, dîplomasî û polîtîka de.

Nêrgiz Ismayîl: Hûn weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê çawa dikarin bi awayeke giştî li seranserî Sûriyeyê vê şoreşê mayinde bikin?

Cemîla Ehmed: Ev rastî me jiya, erê şoreşa azadiyê ji Kobanê hat destpêkirin, lê belê pêdivî hebû ku em şoreşê li tevahiya Sûriyeyê belav bikin. Me gelek zilm ji destê DAIŞ’ê dît. Em wek partiyek têkoşîna demokratîk dikin. Em ji bo ku hemû miletên Sûriyeyê azad bijîn hewl didin û xebatan didin meşandin. Jinên ku li Latiqiyê zilmê dibîne, ya ku li Efrînê, Idlibê, Girê Spî, Serê Kaniyê dibîne wekhev e. Em di nava têkoşîna pêşxistina şoreşa Sûriyeya giştî de ne. Ev herêmên ku hatin rizgarkirin jî ne hema ji ber xwe ve ango bi hêsanî rizgar bûn, bi keda gelek keç û xortên qehreman ji hemû pêkhateyan pêk hat.

Em xwe berpirsiyar dibînin ku tevahiya jinên Sûriyeyê birêxistin bikin. Dema navê partiya me bû ya pêşerojê bi rastî em di wê xebatê de ne ku pêşerojeke demokratîk di nava gelên Sûriyeyê de bidin avakirin. Em ê modela biratiya gelan bin. ‘Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin’ vv dirûşmeya 19’ê Tîrmehê ye em li her kesî pîroz dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar