Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Şemî - 24 Tirmeh 2021

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan.

Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan bekem, hawşewey gelanî dîke jêrdest, be şêwazî sîstematîk perawêz xirawin.

Rojane hewl bo sîrînewe, helandin û koçberkirdinî dederêt. Tenanet nakokî le nêwan gelan da amancî serekî rijêmî îslamî êran e.

Ew doxe way kirdûwe ke  gel carêkî dîke bibîne pêşengî xopîşandan le Êran.

Le 10 rojî rabirdû da , sereta le şaroçkeyekî erebewe lew herême, destî pê kird.

Sedan kes kobûnewe be dirûşimî ciya ciya daway awî xwardineweyan kird.

Eger aw biyaniwêk bêt, belam pêwîstî serekî û jiyanî bo her zînewerek, rijêm û berpirsan destbecê wek hemîşe daxwazî geliyan wek emniyetî yan metirsî ser yek parçebûnî Êran le qelem da , bîran le damirkandinewe kird.

Le dûwem rojî xopîşandan da deyan kes le herêmî Ehwaz destbeser kiran û jimareyêk birîndar bûn .

Rojêk diwatir le gerekî Sewrey şarî Ehwaz mindalêk be guley rastewxoyî, be nawî  Mohmedmensur Kroshat giyanî le dest da .

Ew kirdewe way kird narezayetî ziyatir pere bistênêt û 11 şar u şaroçke bigrêtewe.

Le mawey 9 rojî xopîşandan da 8 kes be guley hêzekanî rijêm giyanî le dest dawe û êsta le deyem rojda berdewame.

Agirî narezayetî gelan şarekanî Esfehan û Bûşeherî girtewe be dirûşmî roxanî rijêm û merg yan mirdin bo Alî Xamineyî.

Hêlekanî înternet asteng kirawe û rêgay hatûçoyî nêwan şarekan da daxirawin yan le jêr çawdêrî dan.

Hekûmetî Rûhanî ke katî deselatî berewe kotayî derwat, şitêkî ewtoyî le dest nayet dî gelan bawer be belênekanî nakat.

Dezgayî rageyandinekanî rijêm hewl dedat xopîşandan nebînêt û rageyandî dijber ta astêk gewretir le qebareyî xoy nîşanî bidat.

Belam le ber astengî kes be tewawî natwanêt doxî ew nawçane bizanê ke xopîşandanî lêye, dîmenekan ke tore komelayetiyekan bilaw debinewe karesatbare serbazanî rijêm û hêzekanî serkutkar sengeryan le xelk girtûwe le naw şar da destrêjî gule le xelk deken.

Emro 10 roj jiyanî asayî rawestawe û be emro xopîşanderan bê piştîwanin.

Nûçeyên Têkildar