Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Di Cejna Qurbanê de li pêş edliyê edalet xwest

Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku berê cejnên wan xweş derbas dibin, hemû malbata û zarokên wê li dora wê bûn û diyar kir ku êdî cejn ji bo wan nema ye

Emîne Şenyaşar a ku du kurên wê û hevjînê wê di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatin qetilkirin, “Nobeta Edaletê” di roja 134 rojan de berdewam kir. Malbata Şenyaşar di roja Cejna Qurbanê de jî lêgerîna edaletê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam kir û “edaletê” xwest.

Emîne Şenyaşar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha got: “Malbata min tune kirin. Bêsebep zarokên min qetil kirin. Li nexweşxaneyê jî bi hovîtî qetil kirin. Li ber çavê min qetil kirin. Ji destê kujeran çi hat kirin. Niha jî ketine pey me. Me binçav dikin û dixin nezaretxaneyan. Her tişt li ber çavan e. Wîjdanê vê hikumetê nîne. Kujerên zarokên min li derve serbest digerin. Heke ku edalet hebe, çima wan nagirin? Ev edaleta zilmê ye.”

‘Cejn ji bo me nema ye’

Şenyaşar anî ziman ku berê cejnên wan xweş derbas dibûn wiha got: “Hemû malbat li cem min bûn û li dora min kom dibûn. Êdî cejn ji bo me nema ye.  Malbata min tune kirin. Îro cejn e, stûyê zarokên Celalê min xwar e. Sêwî û stûxwar man. Ez hêvî dikim yên ku vê yekê anîn serê zarok û neviyên min, were serê wan jî. Bila lawê min girtî berdin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar