Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dibistan ji we mamoste ji me

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên ziman dikin, ji bo perwerdehiya kurdî bidin zarokên kurdan berê xwe dan gundan. MED-DER’ê di serê tîrmehê de bernameya gundan derxist û dê her rojê li gundekî bi zarokên gundan re kom bibin. Mamosteyên kurdî yên di bin baneya MED-DER’ê de, li gundan dest bi perwerdehiya kurdî kirin. Endam û rêveberên MED-DER’ê di 1’ê tîrmehê de li gundê Elwendî yê navçeya Çinarê ya Amedê bi zarokên gund re kom bûn. Di 2’yê tîrmehê de li gundê Mîr Eliya yê navçeya Farqînê ya Amedê bi zarokên gund re hatin cemhev. Di 3’yê tîrmehê (duh) de jî li navçeya Gêlê ya Amedê bi zarokan re kom bûn. Dê îro jî li navçeya Bismilê ya Amedê bi zarokan re kom bibin.

Di van ziyaretên gundan de coş, moral, kelecan û tevgerek nû bi xwe re anî. Hêvî û bendewariyek nû bi xwe re anî. Zindîbûn û ruhek ava kir. Kenê li rûyê zarokan, kelecana zarokan tîbûn û birçûbûna li hemberî çand û ziman a zarokan nîşanî me da. Me di ziyareta mamosteyan a van 3 gundan de dît ku dema mamoste xwe bigînin zarokan, zarok bi kelecan û hesret li benda mamosteyên xwe ne. Zarokên kurdan dixwazin dersan bi zimanê xwe ji mamosteyên xwe yên kurd fêr bibin. Dixwazin bi zimanê zikmakî perwerde bibin.  Me dît ku li bin siya darekê, li ber dîwarekî ango li salonekê jî mamoste dikarin zarokan fêrî çand û zimanê wan bikin. Me dît ku her gund dikarin bi xwe dibistanên xwe yên seyar û alternatîf ava bikin.

Dîmenên di van 4 rojan de derketin pêş me, me dît ku êdî zarokên kurdan dixwazin ji bin tecrîda zimanê tirkî, ji bin tecrîda çanda îktîdarê rizgar bibin. Me dît ku zarok dixwazin azad bi ziman û çanda xwe perwerde bibin. Me dît zarokên bi zimanê xwe fêr dibin bêtir tev li dersan dibin, bêtir bi dengekî bilind dikenin. Me dît ku bêtir ji xwe bawer in û kêfxweş in. Serbilind û şanaz in. Ji ber ku di van dîmenan de li dora def û zirnêyê govend hebû. Di van dîmenan de zarok bi hevre dikeniyan û bi hevre distran. Li ber dengê erbanê stran digotin. Zarok bi ken, stranan mamosteyên xwe pêşwazî dikin. Li dora mamosteyên xwe dibin xelek.

Heta niha dewlet û hikûmetên Tirkiyeyê li pêş çand, ziman û nasnameya kurdan astengî derxist. Dewlet hê jî ji bo zimanê kurdî astengiyan derdixe. Ev nîşanî me dide ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê tu carî mafê ziman û çandê bi awayekî fermî nas nake.

Wê demê divê em jî baş li ser vê yekê hûr bibin û êdî hemû karê xwe bi xwe bikin. Em xwe mohtacî dewletê nekin. Em serê xwe li ber dewletê netewînin. Em bejna xwe li ber hikûmetên li rûyê me dikenin û li pişt me sîleyê li me dixin, xwar nekin. Xizmeta perwerde, tenduristî, çand û hemû qadên jiyanê em bi derfetên xwe pêk bînin. Eger kurd xwe bi rêxistin bikin hemû derfetên kurdan heye ku pêdiviyên xwe bi xwe çareser bikin. Hem mamosteyên kurd dikarin zarokên xwe perwerde bikin, hem jî kurd dikarin li tax û gundên xwe dibistanên sereyar ava bikin. Jixwe zarokên kurdan ji duh ve ji vê yekê razî ne. Bes saziyê me yên çand û ziman bibin yek û bi hevkarî berê xwe bidin gundan. Rêxistinên me yên siyasî û rêxistinên civakî jî piştgiriyê bidin saziyê çand û ziman. Ku saziyên me mamosteyan bişînin gundan, welatî jî dikarin her gundî bikin dibistan. Dikarin li her gundekî dibistanekê ava bikin. Bes divê êdî em hêvî û bendewariyên xwe ji dewlet û hikûmetê qut bikin.

Em zarok, ziman û çanda xwe ji tercîdê rizgar bikin

Heta niha ziman, çand û zarokên me di bin tecrîda hikûmet û dewletê de bûn. Bi zimanê xwe nikaribûn perwerde bibin û nikaribûn fikrên xwe bînin ziman. Bi zimanê xwe nikarîbû çanda xwe bijîn û di bin bişaftin û tecrîdê de bûn. Êdî dem dema avakirina dibistanên gundan e. Divê saziyên me kampanyaya ‘Mamoste ji me xwendekar û dibistan ji we’ bidin destpêkirin. Ku em berê xwe bidin gundan, em ê ziman û çanda xwe ji tecrîdê rizgar bikin.

Ku me ziman û çand ji tecrîda hikûmetê rizgar kir, em ê karibin fikrên xwe û pêşengên fikrên azadiyê jî rizgar bikin. Dem dema em tecrîda li ser zarok, ziman, çand, dibistanan bişkînin e. Dem dema azadiya ziman, çand û ramanê ye. Dem dema azadiya pêşeroja kurdan e.

Nûçeyên Têkildar