Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Enver Muslîm: Divê Rêveberiya Xweser bê qebûlkirin

Hevserokê PYD'ê Enver Muslîm got ku Rêveberiya Xweser tekane deriyê xelasiya gelên Sûriyeyê ye û got ku divê hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser qebûl bikin

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir û heya niha bi destên taşeronan û hêzên serdest didome, 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî şerê navxweyî de kurdan ne serweriya DYA’yê, dewletên Ewropayê ne jî hêzên paramîlîter ên ststukoparêz ên herêmê ne jî serweriya rejîma Esad a di bin nîrê Rûsyayê de qebûl kirin. Kurdan di vî şerî de da ser ‘Rêya Sêyemîn.’ Kurdan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobaniyê kanton îlan kir û xeta ‘Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser’ esas girtin. Piştî Kobaniyê, li Efrîn û Qamişloyê jî kanton îlan kirin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enver Muslîm, bi boneya 9’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa welidandina şoreşê û rewşa wê ya niha kir.

Şoreşa gelan

Muslîm anî ziman ku şoreşê rêyeke nû derxistiye holê.

Muslîm diyar kir ku pergala Sûriyeyê ya wê demê, pergaleke yekrengî û yekalî bûye û wiha got: “Lê belê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşek li ser esasê vîna gel. Li Sûriyeyê pirsgirêkin pir mezin hebûn. Lê belê rejîma Baasê nikaribû van pirsgirêkan çareser bike. Gelê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe; kurd, ereb, suryanî, ermenî û tirkmen, hemû di bin zext û zoriyên rejîma Baasê de bûn. Ereb jî tahdeyek pir mezin dîtin lê belê Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bû şoreşa gelan.”

‘Ji bo pêşeroja xwe pergala xwe ava kirin’

Muslîm destnîşan kir ku ji ber ku şoreşê hemû rengên Rojhilata Navîn di bin sîwanekê de anîne cem hev du, pergalên xitimandî li hemberî vê şoreşê dest bi şer kirine û ev tişt anî ziman: “Dewletên herêmî bi feraseteke navendî û netewperest li ber vê rabûn. Ew reş kirin û neheqiyeke pir mezin lê kirin. Gotin, ‘Ev şoreş tenê berjewendiyên gelekî diparêze, berjewendiyên hin kesan diparêze.’ Li gel hemû kampanyayên wan ên reşkirinê jî, rastî derket holê. Hemû gel bi pergaleke nenavendî li hev kom bûn. Cara ewil bû ku gelan xwe di nav pergaleke wiha de didîtin. Ziman û bawerî hatin parastin. Ji bo pêşeroja xwe pergala xwe ava kirin. Li cem vê Rêveberiya Xweser jî hat avakirin. Gelên qedîm ên Rojhilata Navîn cara ewil bû ku pergaleke wiha ava kirin.”

Bayê şoreşê

Di axaftina xwe de Muslîm destnîşan kir ku bi şoreşê re jiyaneke nû derketiye holê ku xizmeta gel bike û bi vê jiyanê re hatiye îspatkirin ku bê nirxên çandî û şaristanî çawa tên parastin û wiha domand: “Ji ber vê êrîş jî dest pê kirin. DAIŞ’ê piştî Şengalê, berê xwe da Kobanê. Gelên herêmê ev yek ferq kirin û dest bi parastinê kirin. Tevî revahiya Rojhilata Navîn, gelê me yê bakur, demokratên Tirkiyeyê berê xwe dan Kobanê. Bi feraseta dijminê şoreşê nêzî DAIŞ’ê bûn û her kes bû yek. DAIŞ, pergaleke ku hemû sûcên li hemberî mirovahiyê dike. Her wiha ji Başûr û Rojhilatê û ji gelek deverên cîhanê mirov hatin Kobanê di nav xeta parastinê ya şoreşê de cih girtin. Cîhanê ev yek dît û hatin cem me. Ev, encamên şoreşa 19’ê Tîrmehê ne. Paşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat avakirin. Gelê Sûriyeyê hemû di nav HSD’ê de cih girt. Me di vî şerî de nêzî 11 hezar can dan. Di nav wan de şervanên hemû gelan û bîr û baweriyan hene. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojavayê hîmeke têkûz daniye. Şoreşê, nehişt dewlet dest bavêjin gelan. Li hemberû tunekirina civakî, aborî û çandî li ber xwe da. Ev bandorên şoreşê hîn jî wekî ba hêl dibin.”

Encamên şoreşa 19’ê Tîrmehê

Muslîm da zanîn ku ev pergala ku bi şoreşê ava kirine, divê ji aliyê hemû hêzên navneteweyî ve bê pejirandin û wiha pêde çû: “Ji sala 1963’yan heya 2011’an rêvebiriya rejîma Baasê hebû. Paşê şoreşa gelan çêbû. Qaşo hêzên ‘muxalif’ ku gotin dê li hemberî rejîma Sûriyeyê şer bikin jî, ne kêmî rejîma Sûriyeyê bûn. Qaşo, dê li hemberî wan şer bikirana, lê ji wan zalimtir tevgeriyan. Şoreşa Sûriyeyê ya bi dirûşmeyên azadî, edalet û wekheviyê dest pê kir, niha hêzên paramîlîter dişîne Azerbêcan, Lîbya û gelek deverên din. Dewletên herêmê jî yên gotin dê gelê Sûriyeyê ji zilmê xelas bikin, ji bo berjewendiyên xwe daxilî nav şer bûn. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li vir jî dixwazin selteneta xwe ava bikin. Diçin kesan ji Ozbekistan, Tirkmenistan û Tacikistanê tînin û li vir bi cih dikin.”

Hevserokê PYD’ê Muslîm, li ser encamên Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî sekinî.

Muslîm diyar kir ku Rêvebiriya Xweser hêza xwe ya parastinê HSD’ê ava kiriye û gel her duyan jî qebûl dike û destnîşan kir ku armanca projeya ‘Sûriyeya Demokratîk’ ew e ku gelên Sûriyeyê yên ji bêgavî terka warên xwe kirine bîne warên wan û daxilî nav jiyana azad a hevapar bike.

Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin

Muslîm hêzên navneteweyî yên Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tên rexne kir û destnîşan kir ku hê jî bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne û divê Rêveberia Xweser daxilî nav hemû platformên derbarê Sûriyeyê de bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye, naxwaze li Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyane û aram çêbibe. Dijberî destkeftiyên gelên Sûriyeyê tevdigere. Ew bi xwe piştgiriya DAIŞ’ê û komên din ên tundraw dike. Lewma tekane deriyê xelasiyê yê gelên Sûriyeyê pejirandina Rêveberiya Xweser e û divê helwestên di vî warî de zelal bibin.”

Çavkanî: MA / Nazim Daştan – KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar