Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Êran le salî 2020 da

Bêşîrove le seretawe ewe bixem e rû qeyranî siyasî, abûrî, dîplomasî û be taybet nakokiyekanî Êran û Amrîka geyşte astêk ke werayî karîgeryî le ser ew wilate, bandorî zorîsyî le ser Kurdistan û wilatentî derwasê hebû.

Le seretayî salî 2020 da, be kuştinî jimaryêk le fermandekanî supayî pasadaran û Heşdî Şehbî, le nawyan da jinral Qasim Silêmanî le frokexaney Bexdad, berberkanêyî Amrîka û Êran çûwe qonaxêkî dîkewe.

Hewlî tolekirdinewe le Amrîka, be we kotayî hat ke frokeyekî geştiyarî Okrayîn, le asman Taran be rokêtî hêze çekdaranî Êran bixate xwarewe, ke le encamda 176 sernişîn giyanyan le dest da, ke zorbeyan kesanî bilîmet û karame bûn kurd û Êranî bûn ke le dereweyî wilat dejiyan.

Salêk be ser ew karesat û cînayeteyî supa têpereyî, heşta Êran, ne be tewawî qerebûyî qurbaniyanî kirdewe ne eweyî pêyî le tawanekeyî nawe. Êran hewlî da ke hemû tiwanyî xoyî bekar bib abo eweyî le ast cîhan da lêkewtekanî kem katewe .

Eweyî ke bo çî Êran le payî ew tawane da ta êsta dadgayî nekira, hokargelekî heye ke lem babete da nagoncêt.

Her lew sale da Îsrayîl ziyad le 504 car hêrişî asîmanî kirde ser binke û bargakanî supa û hêzekanî ser be Êran le Suriye, Êraq û tenanet Taran û derûbeyî. Kuştinî gewre berpirsî nawendî wizey nawekî Mosin Fexrîzade û  lêdan le baregayî  Netnz nûmneyekî berçawe ke berpirsanî taranî tûşyî sersûrman kird, bê eweyî Êran hewlêkî tolekirdinewe bidat.

Abûrî Êran darûxanî berçaweyî bexoyewe bîbî û astî helawsanyî geyşte le seda 42, be corêk bo çînî kirkar û mamnawendî komelaga, jiyan dijwartir bû, binemalekan bo desteberkirdinî pêdawîstiye seretayekan bêçare man.

Bo nûmûne rojaneyî kirêkar ke kemtir le 100 hezar timene beşî yek kîlo goştî nedekird, ciya lewey kêşey kirêyî xanû bêkarî , geranî şitûmek, berizbûneweyî dolar û het… Lêkewtew û karîgerî le ser hemû şitêk dana.

Qûlayî ew doxe dijwareyî jiyanî binemalekan û takekanî komelga le Kurdistan, Belûcistan Û Ahwaz ziyatir le nawçekanî dîke bedî dekrêt, le ber eweyî salanêke le layen desthilatî Taranewe siyasetî birsîkirdin le seryan praktîze kirawe.

Le salî 2020 da, gelanî Êran, ziyatir serkut kiran, peresendî kirona buwe kersteyek ke her core kobûneweyk nayasayî ejmar kira.

Amrî destbeserkirdin beriz le salî 2019 û le sedaredanî girawanî siyasî kurd û fars 5 kesî têperand.

Ciya le kêşe çeq bestûwekan, nebûnî azadî raderbirîn, pirsî ziman, şonas û nebûnî dîmukirasî, bêkarî bûwe serektirîn girîftî hawlatiyan. Bo nimûne xelik bo bijêwî jiyanyan le rûyî naçaryî hemû mercî bilawbûneweyî kironayan riçawyan nekird, ewş bûwe hoyî eweyî Êran yek lew wilatene bêt ke ziyatirîn mirdin le Rojhelatî Nawîn be kirona le salî 2020 tomar bika.

Xanewadekan le rojhelatî Kurdistan ziyatir rûyan le kolberî na û deyan cewan beguleyî hêzekanî rijêm giyan le dest da.

Peresendinî kêşe komelayetiyekan û kûştinî jinan, sûtanî darastanekan, têkdanî sirûşt, koçî cewanan mirdin be deyan cewan û binemaley le pêkhatekanî Êran le awekanî Turkiye û Îtaliya û Berîtaniya le salî 2020 da beşêke le karnameyî qîzewnyî deselatî henûkeyî Êran.

Ewe nîşanî dedat, ke Êran dozexêkî bo hawlatiyan dirûst kirduwe û eger gelan be yek deng le beranberî newistin, ziyatir berew qulayî ew dozexe debat…

Nûçeyên Têkildar