Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Karayilan: Ger kurd xwîna hev birijînin, ev ji bo me hemûyan bibe felaket

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku di vê demê de ku êrîşên dewleta tirk zêde bûne, ew naxwazin tu partiyeke kurd lawaz bibe û wiha got: “Eger kurd xwîna kurdan birijîne, em ê 100 salên din jî winda bikin. Wê wextê dê felaketa rasteqîn bê serê me.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê, girîngiya yekîtiya neteweyî û rewşa dawî ya bi PDK’ê nirxand.

Hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê re wiha ye:

Şoreşa Rojava di salvegera 9’an de ye. Bi wesîleya salvegera şoreşê hûn dikarin çi bêjin?

Ez destpêkê Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamî û li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz dikim. Bi taybetî Cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan û dayikên şehîdan pîroz dikim. Hêvî dikim rojên wisa pîroz weke cejn bibin wesîleya yekîtî, xweşî û serfiraziyê. Şoreşa Rojava sala xwe ya 9’emîn temam dike. Ez bi vê wesîleyê Şoreşa Rojava di serî de li gelê me yê xweşewîst ê rojavayê Kurdistanê, li tevahiya gelê Kurdistan û li tevahiya gelên herêmê pîroz dikim. Di şexsê Xebat Dêrik, Gelhat, Arîn Mîrkan, Avesta û Karkeran de tevahiya şehîdên şoreşê bi hurmet, bi mînet bi bîr tînim, serê xwe li hember bîranîna wan ditewînim. Di Şoreşa Rojava de gelek şehîd û gelek destanên qehremaniyê çêbûn. Tê de gelek gazî jî çêbûn. Ji bo tevahiya gaziyên Şoreşa Rojava tenduristiyê dixwazim û ji bo wan serketinê dixwazim. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa gelekî ye. Ango ne tenê şoreşa gelê kurd e. Şoreşa gelên kurd, ereb, asûrî, suryan û pêkhateyên li Sûriyeyê ne. Şoreşeke li ser paradîgmaya demokratîk ekolojîk û li ser hîmê azadiya jinê pêk hatiye. Ji bo wê jî di heman demê de şoreşa azadiya jinê ye. Şoreşa azadiya civakê ye. Şoreşa avakirina sîstema civakê ya demokratîk e. Li aliyê din Şoreşa Rojava bû hêza ku karibe paytexta DAÎŞ’ê têk bibe. Ger ku ne Şoreşa Rojava bûya, ger ku li Kobanê di berxwedana Kobanê ya dîrokî de DAÎŞ derba mezin nexwaribûya wê ne mumkun bûya paytexta wan Reqa biketa û wê ne hêsan bûya ku wisa împaratoriya DAÎŞ’ê têk biçûya. DAÎŞ tê zanîn ji bo tevahiya  mirovatiyê xeteriyeke mezin bû. Belayek bû. Lê Şoreşa Rojava di têkbirina DAÎŞ’ê de di têkibirina vê xeteriya li dijî mirovahiyê de roleke mezin lîst. Di vê maneyê de Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşa mirovahiyê. Ango ji bo tevahiya mirovahiyê nirx ava kir, astek bi pêş xist û ger ku sîstema îro li ser dimeşe bi şêwazekî rasteqîn têkeve meriyetê ev dikare ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê û tevahiya gelên herêmê bibe nimûne. Wisa xwedî berhem e. Em zanin ku îro li ser gef hene, xetere heye. Bêguman erka esasî ya tevahiya azadîxwaz, demokrasîxwazan ew e ku Şoreşa Rojava biparêzin, li dijî xeteriyên heyî têbikoşin, bi gelên Rojava re hevkar bin. Îro her kesê azadîxwaz, demokratîkxwaz ev e. Li ser vê esasê ez careke din Şoreşa Rojava li tevahiya gelan pîroz dikim.

Hêzên PDK’ê meha derbasbûyî li Metînayê ketibû qadên gerîla. Wê demê we daxuyaniyeke girîng dabûn. Daxuyaniya we li nava raya giştî gelekî hatibû nîqaşkirin. Ew xeteriya ku we di wê daxuyaniya xwe de qalê kirin gelo hîn dewam dike? Niha rewşa dawî çi ye?

Ew rewşeke pir girîng û cidî ye. Niha jî di rojevê de ye. Tiştê me di bangkirinê de anî ziman, tiştên heqîqet bû. Tiştekî xwezayî bû. Yanî tiştên qewimî bûn, xeteriyên me dîtî bi qasî ji me hat me anî ziman. Li ser wî esasî, piştî wê bi rastî gelê Kurdistanê hem li her çar parçeyên Kurdistan, hem jî li derveyî welat daketin kolanan, ketin tevgerê. Ji rewşenbîran, ji hunermendan, ji hozanan, ji siyasetmedaran pir kesî daxuyanî da. Ji bo yekîtiya neteweyî daxwazên xwe anîn ziman û wisa rayeke giştî çêbû. Hemû kesên di vê xusûsê de ked dane û wisa hişyar nêzîk bûn, li erka xwe ya welatparêziyê xwedî derketine. Ew erkeke welatparêziyê ya neteweyî ye. Lê cardin dixwazim spasiya wan hemûyan bikim û wan silav dikim. Ji ber hesasiyeta wan a neteweyî. Bi rastî di vê mijarê de sekneke pir girîng derkete holê. Bi taybetî ew dostên kurdan ên enternasyonal ketin tevgerê, hatin başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê îlan kirin. Niha jî dixebitin. Pir tiştekî hêja û bi rûmet e. Ez wan careke din silav dikim. Ji wan re serkeftinê dixwazim. Her wiha hozan û hunermendên kurd di heman rojê de civîn çêkirin, daxuyanî dan û dûvre heyetek jî hate avakirin. Ew jî hate başûrê Kurdistanê. Ez wan jî bi taybetî silav dikim û di ked û xebatên wan de hurmeta xwe nîşan didim. Weke min got, bêguman her kesî erka xwe pêk anî. Ev hewldan hemû feydeyên xwe bûn. Yanî raya giştî çêkir, hesasiyeteke neteweyî ava kir, rola xwe bû. Lê belê ew rewşa xeternak nebihuriye. Ji ber ku hêzên leşkerî hîna pozîsyonên xwe diparêzin. Ji bo wê jî her dem guman heye ku li cihekî şaşî bibe, yan hinek tiştên mirov naxwaze pêk bê. Yanî ew rewş îro bi esasî nebihuriye. Ev hewldanên çêbûn, xuya ye hinekî feyda xwe bû, sekinand. Lê belê xeter hîna heye. Lê roja çarşemê, çarşema bihurî Hevserokê me hevrê Cemîl Bayik daxuyaniyek da. Wisa der heqê mijarê de zelaliyek çêkir. Ev pir girîng bû. Di heman demê de got, Kek Mesûd bi hinek kesan re hevdîtin kiriye û ji wan re gotiye, ‘Ez hîna li ser soza xwe me ku ji bo kurd kurdan nekuje’. Got em jî bi vê kêfxweş in. Û xweşbîniya xwe anî ziman. Ev bi rastî çarçoveyeke girîng bû, ez jî tevlî dibim. Ji bo wê ez niha li vir dubare tiştekî nabêjim. Ew daxuyaniya ku me di destpêkê da hîn derbasdar e. Rêveberiya me jî di heman çarçoveyê de herî dawî helwesta xwe zelal kir. Em hêvî dikin ku her du alî jî di vê der heqê de pêşveçûn çêbike û hinek ev rewşa xeternak bê guherandin. Ango ev tiştên tên gotin divê bikevin pratîkê û di vê mijarê de em li bendê ne.

Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de we gotibû, şerekî nava kurdan wê bibe felaket. We çima şerekî wiha weke felaketê bi nav kir? Her wiha weke tevger hûn yekîtiya neteweyî timî destnîşan dikin. Di vê demê de yekîtiya nava kurdan çiqasî girîng û pêwîst e?

Bi rastî di vê serdemê de, bi xwendina serdemê re eleqedar e. Divê mirov serdemê rast bixwîne. Ez dikarim vê pirsê bi çend xalan bersivê bidim. Yê yekem; konsepta dewleta Tirkiyeyê ya nû, ku ev şeş sal in dewleta tirk li ser dimeşe û pratîkê pêk tîne girîng e. Çima? Ji ber ku ev konsepta Tirkiyeyê ji bo ku xwe ji meseleya kurd rizgar bike, armanca firehbûnê daniye pêşiya xwe. Yanî dixwaze Tirkiyeyê fireh bike. Bike dewleteke li herêmê serwer, wekî emperyal. Wisa derdora xwe dagir bike. Ev konsepta wan ne veşartî ye. Eşkere ye. Tenê taktîkan dike. Mesela xistine rêzê. Lê belê ev konsept konsepteke şovenî, nijadperest û dagirkerî ye. Yanî ji bo gelên din jî xeterî tê de heye. Lê belê di serî de ji bo me kurdan xeteriyek heye. Divê siyaseta kurd vê bide ber çav. Ev mijareke girîng e. Ya duyem; niha Peymana Lozanê ji bo sed salî hatiye îmzekirin. 2 salên xwe mane ku sed sal temam bibe. Tê zanîn, Peymana Lozanê ji bo me kurdan heqareteke mezin bû. Tevî ku kurd li vir gelê herî qedîm bû hat înkarkirin û Kurdistan kirin çar parçe. Ji wê û vir ve 98 sal in li Kurdistanê trajediyên mezin çêbûn. Komkujî çêbûn, Enfal çêbû, Jenosîd çêbû. Îro jî niha hîn dimeşe. Yanî gelê me ji vê pir kişand. Zindanên dewletên herêmê ji bo kurdan bûn cih û war. Û gelek ciwanên kurd, mirovên kurd ji aliyê dewletên dagirker ve bê sûc û bê sebep hatin qetilkirin. Sedemê xwe ev peymana bû. Yanî ev peyman ji bo me neheqiyeke mezin bû. Lê belê dewleta Tirkiyeyê jî dibêje: ‘Di vê peymanê de mafê me hatiye xwarin, ji bo me jî neheqî ye’. Ew jî wisa dibêje. Ew çima wisa dibêjin? Ew dibêjin heqê me hebû, Mîsakî Mîllî hidûdê me bû, ji Helebê heta Mûsil û Kerkûk, lê belê ev ji destê me hate girtin. Ew niha di çarçoveya vê konsepta ku min niha got, dixwazin Mîsakî Mîllî bikin hedef. Him bi siyasî, bi hiqûqî, bi leşkerî ji niha ve amadekariyên wê dikin. Ev jî ji bo me xeteriyeke mezin e. Niha tu siyasetmedarê kurd ne mumkune vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Ev rastiyek e û xetere heye. Tiştê din e sêyem ku ez bêjim; tê zanîn niha li herêmê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Her kes zane ku piştî vî şerî wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Ji xwe dewleta Tirkiyeyê jî, dewletên din ên dagirker jî ji bo vê niha din ava  hewldanan de ne. Em weke kurd, ji bo ku bi rastî Lozaneke duyem nebe, ji bo em weke neteweyekê xwezayî li ser vê axê bi mafê xwe û azad bijî, divê em ne parçe bin. Divê em bi yek bin, em xwedî stratejiyeke hevbeş bin. Yanî stratejiyeke me ya neteweyî divê hebe. Eger em negihêjin stratejiyeke wisa, li şûna wê em bi xwe bi hev re mijûl bibin û li hev bixin, xwîna kurd û kurd bê rijandin ev wê bi me sed salî bide windakirin. Wê gelek tiştan bi me bide windakirin. Felaket wê çêbibe, felaket ev e. Tirsa me, xofa me ev e welehî. Bangên me ji bo vê ye. Yanî divê em 2023’yan bi stratejiyeke hevbeş pêşwazî bikin. Divê ku em hevdu zehîf nekin, kes kesî zehîf neke. Bila siyaseta kurd xurt be. Ev dem divê rast bê xwendin. Ev dem ne demeke ji rêzê ye, ev dem demeke stratejîk e. Yên stratejiya xwe rast daneynin, rast nemeşînin wê berdin. Lewma divê mirov di vê demê de bi taktîkî nefikirin. Bêguman di têkoşîna siyasî, leşkerî de taktîk her heye, lê belê ev dem dema ku mirov stratejîk bikifire. Divê nêzîkatiyeke stratejîk esas bigire. Yê ku wisa neke wê winda bike. Li ser vê bingehê divê tu kes kesî zehîf neke. Pirsgirêkên me hene, ger ku nikaribin bibin yek qet nebe hev du zehîf nekin. Em naxwazin tu partî zehîf bibe. Em naxwazin kes PDK’ê zehîf bike. Niha me bihîst di nava YNK’ê de hinek pirsgirêkên navxweyî hene. Em naxwazin YNK ji wan pirsgirêkan zerar bibîne. Em hêvî dikin ku berpirsyarên YNK’ê van pirsgirêkên navxweyî bi aqlê selîmî ne bi zehîfbûnê, lê bi xurtbûnê derbas bikin. Ez vê ji bo tevahiya rêxistinên kurdî dibêjim. Ev ji bo PKK’ê jî derbas dibe. Niha dijmin dibêje, dewleta tirk dibêje ‘pirsgirêkên min bi PKK’ê re heye’. Mixabin hin aliyên kurd jî gotin ‘rast e’. Yanî ez nizanim, belkî taktîk dikin. Eger ku rast wisa difikirin heyfe wellehî. Çima heyf e? Ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê diyar e, stratejiya xwe diyar e. Pirsgirêka wê ne PKK ye, pirsgirêka wê hebûna kurd e. kurdan ji bo Komara Tirkiyeyê xetere dibîne. Heta niha 3 tiştan xetere dibîne. PKK’ê xetere dibîne, Rojava xetere dibîne, statuya Başûr xetere dibîne. Yanî nasnameya kurd xetere dibîne. Berê ma ne Saddam jî digot ‘pirsgirêkên min bi kurdan re nîne, bi pêşmerge re heye’. Heta sexte hikumzatî da hinek kesan, got ‘min hikumzatî da kurdan’. Yanî heman tiştî niha Tirkiye jî dibêje. Her kesekî niha li Bakur doza azadiya kurd dike, doza ziman dike, Tirkiye wan dike hedef. Mohra PKK’ê li her kesî dixe. Binêrin, par li Japonyayê biryarek hate dayin, kesên ku li wir dixwestin fêrî kurdî bibin, ew fermî qebûl kir, got ez ê alîkar bibim. Tirkiye ew şermezar kir, çû bi wan re hevdîtin kir, got ‘hûn çawa li vir vî mafî didin’. Herhal rayedarên Japonyayê jî şaş man, çima vana ewqasî bertek raber kirin. Dewleta Tirkiyeyê, zîhniyeta xwe wisa ye, lazim e em vê zîhniyetê bibînin û li hemberî vê tedbîrê bigirin. Eger em li hemberî wê tedbîrê negirin û ji rêzê nêzîkî demê bibin ev ê bi xwe re windahiyên mezin bîne. Wê bi her kesî bide windakirin. Ji bo wê me got ev yek wê felaket be. Lewma em yekîtiya neteweyî pir girîng dibînin, bi vê wesîleyê ez careke din bang dikim. Hemû siyasetmedarên kurd, hemû serkirdayetiyên siyaseta kurd, hemû kesên pêwendîdar ji bo yekîtiya neteweyî hewl bidin. Ji ber ku pêwîstiya gelê me heye. Ji bo dahatûya gelê me pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye.

Di daxuyaniya xwe ya beriya niha de we gotibû, “Em dikarin hêza dijmin bişikînin, dikarin dijmin têk bibin’. Dijminê we xwedî hêzekê ye û teknîka serdemê bi kar tîne. Hûn ê hêzeke wiha çawa têk bibin?

Rast e niha dijmin êrişeke mezin li ser başûrê Kurdistanê bi rê xistiye. Di vê operasyonê de dijmin ji her demê hîn zêdetir teknîkê bi kar tîne. Balafir in helîkopter in, cûr be cûr top in, mirov dikare bêje ku operasyoneke li ser hîmê teknîkê bi rê xistiye dewleta Tirkiyeyê. Bala xwe bidinê; dewleta Tirkiyeyê aboriya xwe lawaz bûye, lê car din jî qet nake pirsgirêk û roj û şev teyare niha li ser başûrê Kurdistanê digere. Di vir de jî mirov dikare bibîne ku dewleta tirk çiqasî girîngiyê dide vê stratejiya xwe. Niha em ê çawa van têk bibin? Rast e, ji xwe, min berê jî got rewş hesas e û divê em di vê demê de yekîtiyê bikin, helwesteke neteweyî nîşan bidin. Me qala vê yekê kir. Van a yek sedemên xwe jî ev e. Niha dewleta Tirkiyeyê êriş aniye ser xeta Avaşîn, Zap û Metînayê. Ew xeta pêş Metîna. Ev êriş niha 86 roj in dewam dike. Em îdîa dikin ku em dikarin vê dewletê di vir de bişikînin. Ev firsend heye. Dewleta Tirkiyeyê zêde ne ewqasî xurt e, reklamê xwe zêde ye. Teknîkê xwe jî zêde ye, ew rast e. Îstîxbarata xwe jî xurt e, ew jî rast e. Lê derda ye. AKP-MHP di pêvajoya têkçûnê de ye. Rewşa xwe ya leşkerî jî ji wê ne dûr e. Derfet heye, em dikarin di vir de bişikînin. Eger gerîla neyê dorpêçkirin, pişt gerîla neyê girtin, rêyên gerîla neyê qutkirin û parvekirina îstîxbaratê bi dewleta Tirk re bê sekinandin gerîla bi vê şêwazê heta niha li ber xwe dide eger dewam bike, wê dewleta Tirkiyeyê têk bibe. Em alîkariyê naxwazin. Em dibêjin, hêzên Başûr bila bêalî bin. Astengiyê dernexînin, temaşe bikin. Îdîaya gerîla heye ku dikare têk bibe. Gerîla niha xurt e, hêzeke fedayî bi cesareteke mezin şerker heye. Taktîkek nû gerîla bi pêş dixîne. Ev derfeteke. Em dikarin bi vê hêzê dijmin li vir pir mijûl bikin û têk bibin. Eger dijmin têk biçe weke çawa ku 2018’an li Zapê derb xwar, operasyona xwe têk çû, wê hişt ku dewleta tirk siyaseta xwe ya li ser Başûr biguherîne. Berê xeta sor bû, xeta sor rakirin. Careke din ku niha em li Avaşîn, Zap vê dewletê têk bibin, di serî de siyaseta Başûr destê hemû kurdan wê xurt bibe. Kurd li hemberî vê dewletê wê bibe îrade. Feydeya her kesî tê de heye. Yanî serketina li vir bibe wê ne tenê serketina PKK’ê be, wê ya hemû kurdan be. Hemû Kurd wê jê feydeyê bigirin. Ji bo wê em dibêjin, alîkarî hebe baş e, alîkarî nebe hingî asteng nebe. Bi dewleta Tirkiyeyê re alîkariyê neke. Ev pir girîng e. Di vê mijarê de îdîaya me heye. Niha binêrin, piştî ku sala 2018’an Efrîn ket, di vir de em weke gerîla, biryargeh, li ser rê û rêbazên şer ên nû mijûl dibin. Ev 3 sal in em amadekariyê dikin. Em sê sal in li bendê ne ku bi dewleta tirk re şer bikin. Werê em çawa şer bikin. Li ser eraziyê me amadekariyek kiriye. Em wisa xeyalî neaxivin, niha bar li ser milê me ye. Barê me giran e. Haya me ji vê heye. Niha bi sedan hevalên me di mesafeya metroyan de bi dijmin re rû bi rû ne. Niha şer e. Yanî em di vir de propagandayê nakin. Heqîqetek heyî tînin ziman. Ispata xwe? Ispata xwe ev 86 roj in xelkê me niha li herêma Berwariya jorîn temaşe dikin. Li wir milet heye, gund heye. Çapemeniya Başûr jî diçe wir. Lê belê li Zapê, Avaşînê kes naçe, kes hîç naşopîne, li wir çi dibe. Niha ez vê jî bêjim; Me di xeta Zinarê Kêste, Zendûra heval mecbûr man di şêwazê xwe de hinek guhertinan çêbikin. Piştî tevgera hêzên PDK’ê li Metîna pêk hat, piştî wê bi hefteyekê hevalên li wê derê di rêbaza xwe de hinek guhertin kirin. Yanî bi mecbûrî di taktîka xwe de hinek guhertin kirin. Niha ez zêde venakim, ji ber ewlekariyê. Piştre mirov dikare hîn eşkere bikin. Şerê esasî yê mezin niha li Avaşînê ye. Bêguman bala raya giştî, bala çapemeniyê kişandiye. Roja 24’ê Nîsanê ku ev operasyonê dest pê kir, dewleta tirk kîjan çiya bombardûman kiriye aniha jî li heman çiyayan dike. Çima niha li Zinarê Kesta, li Zendûra, li Hirorê bombardûman dike? Dijmin bi qestî li nêzî gundan dixe, gundiyên me ditirsîne, aqarê wan dide ber xwe texrîp dike. Sedemên xwe hene, dixwaze koçber bike û nakokiyê bixe nava kurdan. Vê bi zanebûn dike. Yanî li derdora wan gundan kî heye, çima lê dixe? Bi zanebûn dike, siyasetekê dimeşîne. Lê belê hîn mecbûr dimîne li wir bixe. Çima? Ji ber ku kontrol çênekiriye. Nikare kontrolê çêbike. Niha li Avaşîn çawa bû? Li wir dijmin, li aliyê rojavayê Avaşînê li wir Merwanîs, Banista û Mêzê girtiye. Li aliyê rojhilatê Avaşînê jî Mamreşo girt. Xwest navberê bigire, dorpêç bike ku ew hevalên li aliyê Stûna, li xeta Satê, Herkî hevalên li wir dorpêç bike. 40 rojî li herdu milan de xwest xwe bigihîne ser Avaşîn, nekarî. Yanî hat, pir windahî da, ev cihê ku heval jê re dibêjin Dola Konferansê û Dola Mara di herduyan de windahiyên girîng da, paşve kişiyan. Careke din vekişiyan Mêzê. Piştre di 7’ê hezîranê de ev dîrok jî girîng e, êrişeke nû bi rê xist. Ji gundê Banisa ev cihê ku em jê re dibêjin Tabûra Ereban, berê Tabûra Saddam li wir bû, ji bo wê heval jê re wisa dibêjin. Di wir re dêr heye, di dêrê re xwe bera da, xwe qesta Werxelê kir. Li biniya Werxelê hate sekinandin. Niha 40 roj in şer li wir diqewime. Di xeta binaniya Werxelê, ne li ser lê li binaniyê niha şer dewam dike. Di heman demê de li Tepê Sor ku li binê Çarçela ye, raserî wir ji xwe sînor e. Mirov dikare bêje nuqteya sifir de ye. Li wir Girê Leylek li raserî wê ye. Li aliyê din Govendê, dijmin girtiye. Tevî vê yekê 40 roj in nikarin Girê Sor bigirin. Niha li hemberî Girê Sor jî û li hember Werxelê jî dem bi dem dewleta Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Em vê daxuyaniyê didin, mixabin dinya li hemberî vê ker e. Lê belê ev dewlet ewqas dewleteke hov e, mafê mirovahiyê, her cûre qanûnên şer binpê dike ku li cihê dixwaze bi her awayî çekê bi kar tîne. Mesela çekeke, ku heval dibîne, me tam belgeya wê çênekiriye, ew jî belkî kêmasiya me be, lê belê va ye dûyekî spî, şîn, nizanim bêhna xwe çawa ye, van çekan dem bi dem bi kar tîne. Yanî ev şer li wir dewam dike. Nêzî 3 meh bûn dewleta tirk nikare serwer bibe. Hîna li aliyê din ê Avaşîn hemû di bin kontrola gerîla de ye. Eger ev dewlet pir xurt bûya, ma ne wê yekser di hefteyekê de karîbûya serwer bûya. Çima nikare bibe? Em bêjin, Avaşîn kes narê, ya rast dikare herê. Li aliyê Mîrosla di Başûr de dikarin biçin lê naçin. Ji ber ku naxwazin wan deran vebe, lê belê li aliyê Metînayê her kes diçe dibîne. Ev şer çawa tê kirin? Yanî leşkerekî ji rêzê li wir nikare 24 saetan bisekine. Em şerekî ji rêzê nameşînin. Tecrûbeyên me yên bi salan hene, em niha bi rêbazeke nû tevdigerin. Em bi van taktîkên nû, dixwazin teknîkên di destê dijmin de pûç bikin. Û em pûç dikin jî. Ev taktîk li ser hîmê cesareta mirov, fedakariya mirov, aqlê însan e. Tenê kesekî bi fikir û raman û felsefeya Rêber Apo weke fedayî xwe gihandibe û heman demê li ser taktîka nû kûr bûye dikare li wir bi ser bikeve. Hevalên me yên li wir jî niha vê dimeşînin. Yanî di vê mijarê de bi rastî dîroka berxwedana gelê kurd e. Di dîroka têkoşîna me bi xwe de tiştê yekem û nû çêdibe. Di dîrokê de tu carî Kurdan li xeta Zendûra, Hirorê ji 2 rojan bêhtir şer nekiriye. Lê niha li wê derê li ber çavên herkesî 86 roj in şer diqewime. Tiştên dibe hem ji aliyê fedakarî û cesaretê de, hem ji aliyê taktîk jêhatîbûnê de, performansa leşkerî ve tiştên nû ne. Ev egîdiya di dîroka Kurdistanê de veşartî îro bi felsefeya Rêber Apo bilindbûnek e. Yanî ev rastiyek e. Niha em dixwazin bi vî awayî li hemberî dijmin bi rastî serkeftinekê biafirînin ji bo kurdan. Rast e zehmetiyên xwe hene, giraniyên xwe hene. Em zanin ku heta niha ev bi hêsanî nemeşiya ye, yanî bi ked û fedakariya Serhad Giraviyan, hevrê Sarya, Viyanan, Baweran, bi fedakariya wan wisa tê meşandin. Em deyndarê wan şehîdên qehreman, wan egîdan e. Egîdên kurd, keç û xortên kurd îro li wir bi rastî destanê ava dikin, em pir jê bi bandor dibin. Em weke berpirsyarên vî karî ne, em jê bi bandor dibin. Çawa? Mesela li cihekî heval hene, fermandarê wan ji wan re dibêjin, ku hûn dikarin werin. Ku zehmet e hûn berdin. Fermandarê wir dibêje, temam heval dikarin werin lê belê birîndarekî me heye, nikare bimeşe. Ez birîndar li şûna xwe nahêlim. Ez ê li gel bimînim, heta dawiyê em ê şer bikin. Dema wisa dibêje, hevalên din hemû dibêjin em jî naçin. Wisa hemû dimînin. Û niha şer dikin. Ev tiştekî pir mezin e, ev tiştekî neyê îzahkirin e. Ez li vir niha nikarim îzah bikim. Ji erdê heta ezmên tenê em dikarin hurmetê nîşan bidin. Qehremanê van hevalan hîn diqewime, hîn hene niha şer dikin. Yanî ev cehwereke kurd e, cewherekî şoreşgerî ye. Ev nûbûneke, ev tiştekî pir girîng e. Lewma îdîaya me heye, bi fedakarî û cesareta van qehremanan mirov li van çiyayên Zagrosê dikare dijmin têk bibe, pozê dijmin di erdê de bide. Weke min got, eger serkeftineke wisa bibe wê ji vê tevahiya kurd destê xwe xurt bibe. Di vê serdemê de serkeftineke wisa hewcehiya gelê me pê heye. Lê belê ez careke din bêjim, ev bi hêsanî nabe, zehmetiyên xwe pir in. Beriya her tiştî ku tu ne fedayî be, jixwe ne pêkan e. Jê şûnde eger di taktîka nû de kûrahî tune be, yanî li ser eraziyê tu bi kûranî bi firehî bi kar neyne, wisa dijmin tu nikarî rawestînî. Gelo hêsan e ku tu dijmin li Werxelê 40 rojî rawestîne? Bi tevahî wan teknîkê wî, bi tonan bombardûmanê lê çêdike. Bombardûmana ku niha dewleta Tirkiyeyê li Avaşînê, li Zapê li van herêman hemûyan kiriye li Vîetnamê nebûye, li tu deverê nebûye. Bi tonan li heman metrekareyê dixînin. Ew dixwazin wisa bi ser bikevin. Îradeya şer bi esasî bi wan re nemaye. Ew dixwazin bi teknîkê bi ser bikevin. Lê belê rêbazên hevalên me teknîka wan bêwate dike û berxwedanê dewam dikin. Ji bo wê em dibêjin, ku îdîaya me heye em ê karibin bi ser bikevin bi saya van qehremanan. Berxwedana hatiye nîşandan hêviya me mezin dike ku wê serkeftin a gerîlayên azadiya Kurdistanê be, serkeftin wê ya gelê Kurdistanê be. Ev jî wê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê û tevahiya gelên herêmê feydeyeke xwe ya mezin hebe. Ji ber ku eger ev faşîzma AKP-MHP’ê li vir têk biçe li temamiya Tirkiyeyê jî wê têk biçe. Hemû hêzên demokrasî û azadîxwaz wê îstifade bikin, destê wan wê xurtir bibe. Ji bo wê em vê berxwedanê di heman demê de weke berxwedana dîrokî û berxwedaneke azadî û demokrasiyê dibînin.

Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê operasyonan dewam dike. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişidîne. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Ez di destpêkê de tevahiya şehîdên komkujiya Pirsûsê, ango Sirûcê bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Li wê derê 34 ciwanên sosyalîst, bi xem û xeyalê herî însanî ketibûn rê bi şêwazekî hovane hatin qetilkirin. Em wan a bi bîr tînin û soza me dayî şehîdan em car dî dubare dikin. Dagirkeriya Tirkiyeyê her tim êrişî çiyayên Kurdistanê dike, lê me dît ku vê carê li Îzmîrê êriş kir. Li wê derê keçeke kurd, milîtaneke têkoşîna azadiyê Denîz Poyraz şehîd kirin. Tevî ku bêçek, bêparastin bû hat şehîdkirin. Ez Denîz Poyraz jî bi bîr tînim, ji dê û bavê wê re silavan dişînim, sersaxiyê dixwazim. Bi navê tevahiya egîdên serê çiya ez wan silav dikim. Dagirkeriya Tirkiyeyê li ser esasê konsepta qirkirina li dijî me şer dike. Ji bo wê jî hemû nirxên me dikin hedef. Hemû pîroziyên me dikin hedef. Navenda vî şerî jî Îmralî ye. Yanî îro êşkence, tecrîda dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê li ser Rêber Apo û li ser wan hevalên li wir dimeşîne, li dinyayê tu hempayê xwe tune ye. Zilmek li wir tê kirin. Bêguman li hemberî vê sekna Rêber Apo heye. Pir bi wate û dîrokî weke sekna kesê azad, bi îradeyeke mezin li hemberî her cûreyî êrişên şerê psîkolojîk li ber xwe dide. Ez li vê derê hemû berxwedêrên zindanan û yên li Îmraliyê, di serî de Rêber Apo hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Di heman demê de ji bo rakirina zilmê û tecrîdê berxwedana li zindanan dest pê kiriye, grevên birçîbûnê yên dest pê kirine, çalakvanên grevê, her wiha yên li kampa Şehîd Rustem Cûdî, yê li kampa Lavrîo hemû çalakvanan bi dil û can silav dikim û ji bo wan serkeftinê dixwazim. Têkoşîna ew dimeşîne, berxwedana wan têkoşîneke pir bi wate ye. Herî kêm bi qasî ya gerîla xwedî wate ye û demî ye. Berxwedana li hemberî tecrîdê, rabûna li ber tecrîd û îşkenceyê, rabûna li ber faşîzm û sîstema qirkirinê ye. Ji bo wê jî pir bi wate ye. Li her derê êriş heye. Yanî li ser qada siyasî êriş heye, li ser hemû saziyên kurdan ên demokratîk û çep bi taybetî yên alîgirê azadiya Kurdistanê êriş û zilm heye. Zilmeke faşîzan li ser Tirkiyeyê hemû kesên bindest, kedkar, li ser elewiyan, li ser gelê kurd êriş heye. Ji ber ku ev rejîma faşîst dixwaze xwe bi vî rengî li ser lingan bigire. Lewma êriş birin ser HDP’ê, cûr be cûr êrişan dikin. Ji ber vê êrişê dibin ser hemû saziyên demokrasîxwaz, çep, sosyalîst, kurd, welatparêz. Heman êriş bi berfirehî li dijî gerîla jî tê kirin. Bêguman li dijî gerîla bi hemû çekên serdemê êriş heye. Li hemberî van êrişan berxwedaneke gerîla ya bi pir bi wate heye. Ji Botanê heta Dersimê, Serhedê heta Mêrdînê berxwedaneke hevalan heye. Em wan hevalan jî silav dikin. Her çend dijmin niha pesnê xwe dide, dibêje ‘wisa wisa ye’, wê niha baştir eşkere bibe ku berxwedana ku heval dimeşînin çawa çeper parastî, hîmê esasî parastî û çawa wê bilind bibe, wê di rojên pêş de hîn zêde eşkere bibe. Yanî li ser giştî wisa zilmek û êrişek dijmin heye. Weke min got, armanca vê qirkirin e. Dagirkeriya Tirkiyeyê sîstema qirkirina gelê kurd dimeşîne. Binêrin, beriya vê çendekî Erdogan hat Amedê. Tiştên li wir gotî hemû hevokên şerê psîkolojîk e, hemû derew in. Gelek siyasetmedarên kurd bersiv dan. Ji ber wê ez bi firehî nakevim nava mijarê. Lê belê ev heye; yanî derewan dike. Bi xwe pêvajo xera kirine, Erdogan bi xwe got; ez nas nakim mutabaqata Dolmabahçeyê, bi xwe mase têk biriye û dûre êrişan dest pê kirine û piştre jî tê dibêje, ‘min xera nekir’. Ewqas derew jî nabe. Ji 5’ê nîsanê ve tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Ango hîn beriya hilbijartinê. Her wiha kujerî dest pê kir, xweteqandin dest pê kir. Me dît li Pirsûsê, Sirûcê 34 ciwanên sosyalîst li wir bi hovane hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Gelo ev derveyî rejîmê bû? Na. Piştî wê, maf hebû ku mirov bersivê bide. Mafê bersivdanê çêbû. Êdî rewa bû. Ji ber ku êriş dikin, mirovan şehîd dixin. Lê belê wê demê li Serêkaniyê 2 polîs bi rengekî wisa ne bi rêbaza me hatin kuştin. Hinek kesan agahî dan Eyaleta Amedê gotin, em welatparêz in me kiriye. Wisa derbasî qeydan bû, lê belê bi esasî nehate zelalkirin ku ev kî ne, çi ne. Ev hîn jî mijareke lêkolînê ye. Yanî xumamî ma. Ne dûre ku ew jî di çarçoveya konsepta wan de bû. Yanî yên komkujiya Pirsûsê kirin piştî wê jî li Serêkaniyê jî wisa kirin ku hev temam bike. Dibe ku di çarçoveya konsepteke giştî de hatibin kirin. Yanî em bi xwe di vê xusûsê de hîn tam negihîştine zelaliyê. Hemû tişt dewleta tirk tevger kir, pêvajo xera kir û êrişê dest pê kir. Êrişê bi plankirî di 24’ê tîrmehê de yanî di salvegera Peymana Lozanê de bi tevger kirin. Ev hemû plankirî bûn. Yanî ne bê plan bû. Komkujiya li Pirsûsê jî, yên dîtir jî wisa eyar kirin ku ji bo karibin 24’ê Tîrmehê wisa êrişa giştî dest pê bike. Ji wê demê û vir ve berxwedana hatiye meşandin, berxwedaneke dîrokî ye. Di dîroka têkoşîna me de cihekî xwe yê pir girîng heye. Hem ê zindanan ê li Îmraliyê, hem ê zindanên dîtir, hem ê li serê çiyayan hem yê li qada siyasî bi giştî gelê me ev şeş sal in li hemberî siyaseta qirkirinê, êrişên faşîzan li ber xwe dide û dijmin têk çû. Rast e me jî windahî dan, ev bi hêsanî pêk nehat, lê belê va ye dijmin êdî li ber têkçûnê ye û doza azadiya gelê kurd, doza azadiya gelên bindest û demokrasiya Tirkiyeyê îro ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar