Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

KCK: Misilman hemû divê li ber faşîzma AKP-MHP’ê rabin

KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li misilmanan kir ku li dijî desthilatariya AKP-MHP'ê ya ku ol bi kar tîne û zilmê li gelan dike, têbikoşin 

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand.

Peyama KCK’ê ya ji bo cejnê wiha ye:

“Cejna Qurbanê ya gelên misilman pîroz be. Em hêvîdar in ku Cejna Qurbanê ya îsal ji bo Rojhilata Navîn, tevahiya alema îslamê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û tenduristiyê. Bi hêviya ku bibe wesîleya xurtkirina dostanî û biratiya nava gelan, mezinkirina parvekirin û piştevaniyê û bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Cejna Qurbanê cejna roja qedexekirina qurbanîkirina mirov e. Li gel vê cejnê jî her roj li cografyaya misilmanan bi dehan mirov têne kuştin. Berpirsyarê sereke yê kuştina van mirovan polîtîkayên hikûmetên faşîst û netewe dewlet e. Tenê siyaset û zîhniyeta senteza tirk îslamê jî her roj dibe sedema kuştina bi dehan mirovî. Polîtîkayên mêtinger ên zîhniyeta îslamê ya desthilatdariya tirk, li Rojhilata Navîn bûye sedema rijandina xwînê, hilweşîn, xizanî û talanê. Yekî xwedî mejiyê senteza tirk îslamê di îmanê de minafiq e. Îbadeta xwe jî nerast e, ji bo nîşandanê ye. Dewleta tirk olê bi kar tîne. Çand û zimanê kurdî ku ji ayetên Xwedê ye, qedexe dike û jiyana kurdan a bi kurdîtiyê weke sûc nîşan dide. Bi vî rengî Xwedê înkar dike. Cihêrengiya mezhebî ya kurdan jî ji nedîtî ve tê û zilmê li kurdan dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi gotinên olî, bi teoriyên ji ber xwe avêtî, bi xurafeyan hewl dide gelê kurd bixapîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, seydayên kurd ên ku di bin navê îslamê de êrîşên neteweperestiyê qebûl nekirin, binçav kir û herî dawî neh ji wan jî girt.

Misilmanên hêja yên kurdistanî û tirkiyeyî,

Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê bi qasî îbadetê xêr e. Wezîfeya sereke ya niha ya misilmanên kurdistanî û tirkiyeyî yên xwedî wijdan ew e ku nebin hevparê rejîma AKP-MHP’ê ku îslamê bi kar tîne û gunehan dike. Bi vê wesîleyê em bang li kurdan, tirk ên xwedî wijdan û misilmanên ji xelkên din dikin ku neçin mizgeftên xutbeyên Diyanetê lê têne xwendin. Zext, tundî û zilm çiqasî mezin jî be, gelekî girîng e ku mele û seydayên kurd îbadet û wecîbeyên olî hemûyan bi kurdî bikin. Em bi bîr dixînin ku ev yek wê helwesteke Mûhammedî be û destnîşan dikin ku înkarkirin û bikarneanîna kurdî înkarkirina yek ji ayetên Xwedê ye. Em dixwazin destnîşan bikin ku her helwest û nêzîkatiya piştgiriyê dide rejîma AKP-MHP’ê wê bibe dijberiya li îslama Mûhammedî.

Kurdistaniyên hêja,

Di vê cejnê de jî divê serdana şehîdgehan bikin û duaya xêrê bikin. Serdana li hevrêyên girtî, piştevaniya bi malbatên wan re yek ji çanda cejnê ye. Em bi girîngî diyar dikin ku xêra xwe bidin kes û saziyên ku bigihînin kurdistaniyên hewcedar. Em di wê baweriyê de ne ku alîkariya bi kes û saziyên dewleta tirk a faşîst re bê kirin wê li gel Xwedê neyê qebûlkirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi van hest û nêrînan em Cejna Qurbanê li misilmanên kurdistanî hemûyan pîroz dikin. Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî dewleta tirk a înkarker û qirker hîn bi rêxistinî têbikoşin. Bi wesîleya vê cejnê em şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan, şehîdên 14’ê Tîrmehê û şehîdên ‘Dem dema azadiyê ye’ bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din radigihînin. Em cejnê bi taybetî li seyda û meleyên kurdistanî yên ji aliyê dewleta tirk ve dîl hatine girtin û li malbatên xwe yên şehîdan pîroz dikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar