Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Kêliyên pêşîn ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Gotina Rêber Ocalan a ji bo Şoreşa Rojava di destpêkê de ji bo hemû kurdistaniyan wiha bû: “Destekê ji bo Şoreşa Rojava bikin, kes nikare şoreşa li Rojava înkar bike. Helwesta herî bi rûmet jî cih girtina li rex wê ye.”

Ev gotina Rêber Ocalan bi rêya hevseroka HDP’ê ya niha Pervîn Bûldan ku 2013’an di şandeya serdana Îmraliyê ya ji bo çareseriyê cih digirt de, hat ziman.

Tevgera Azadiyê û mayîna Rêber Ocalan li nava gelê Rojava bingeha 19’ê Tîrmehê avakiribû…

Bihara Ereban dihate binavkirin lê bihara gelan bû û ji bo hêzên desthiladar jî bû payîz.

19’ê Tîrmehê rojekî nû di rûpela şoreşên cîhanê de mirov weke mînak dikare bibîne û bi nav bike. Ji roja destpêkê û heta niha ku ket sala xwe ya 10’an li ser bingeh û xeta ku jêre hatiye xêzkirin dimeşe û didome.

Sal bi sal em bala xwe didin rojavayê Kurdistanê û herêmên ku pêla Şoreşa Rojava xwe gihand wir çawa guherîne, herêm hatine rizgarkirin û li wir mohra şoreşê bi rengê nû derketiye holê.

Em vegerin roja ku çirûska vê biharê li rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanê pêket. Wekî kesek ji yên şahidiya vê rojê, roja destpêkê ya çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dikarim wan kêliyan wiha bînim ziman.

Wê rojê di kolanên bajarê Kobanê de liv û tevgereke pir zêde hebû, ew tevger û kêfxweşiya li ser rûyê xelkê herêmê tenê di Cejna Newrozê de min didît.

Lê ew roj ne 21’ê Adarê û demsala biharê bû, ew havîn bû û 19’ê Tîrmehê bû.

Liv û tevgera ciwanan zêde bû, kesên temen mezin li pêşderiyên malên xwe li benda mizgîniyê bûn, zarokan nizanîbûn çi heye lê dîsa jî pir kêfxweşbûn û li nava kolanan slogan bang dikirin. Gelek kesên xwe dûr didan û ditirsiyan jî hebûn, ditirsiyan û şîretên xwe jî dikirin.

Lê ciwanên ku êdî tehemûliya wan nemabû û xwedî armanc bûn, li dora hemû saziyên dewletê yên li bajarê Kobanê kom bûbûn û endamên rejîmê xistibûn dorpêçê.

Tevî ku gelê Kobanê gelek îşkence û têde ji endamên rejîmê dîtibûn û li ser destê wan gelek caran hatibûn girtin, dîsa jî bi sebir ji wan dixwestin xwe radest bikin û rê li ber pevçûnan bigirin.

Vê yekê jî bingeha xwe ji însaniyet û hestên mirovî yên di dilê van ciwanan de ku ji behra felsefeya Rêber Ocelan digirin, dihat. Îşkence û zilm ji destê van sazî û navendên îstixbaratê dîtibûn lê nedixwestin bibin wek wan û wekî wan nêz bibin.

Bi vî awayî tevger bi encam bû û endamên hêzên rejîmê yek bi yek hatin girtin, hemû dever hatin bi dest xistin, alên rejîmê hatin daxistin û alen Kesk, Sor û Zer li ser avahiyan hatin bilindkirin.

Reng û rûyê bajar guherî, dayik û bav ên bi hesret li benda van rojan bûn, mizgînî girtin. Zarokên wan li hemû deveran ala rengîn bilindkirin. Li ser avahiya sereke ku cihê payebilindê rejîmê bû û bi navê ‘Serayê’ dihate naskirin ala rengîn ku dîmenên wê kêliyê heta niha di hişê min de aliqî maye, hat daliqandin.

Çawa Newroz û şeva Newrozê tê pîrozkirin, wê rojê jî bi daliqandina alan, mizgîniya ku Kawayê Hesinkar bi pêxistina agir îlankirina dawiya Dehaqê da, ji bo hemû rojavayê Kurdistanê jî îşareta serketinê hat dayîn.

Bihar û şoreşa li Rojava beriya 10 salan wiha dest pê kir û heta niha bi gavên mezin didome.

Nûçeyên Têkildar