Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

KJK: Şoreşa Rojava şoreşa jinan û mirovahiyê ye

Koordînasyona KJK’ê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û got ku ev şoreş şoreşa jin û mirovahiyê ye

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku ev şoreş di sala 10’an de hê jî hêviya mirovayetiyê ye.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Şoreşa Rojava ya ku di çarçoveya paradîgma û pergala azadiyê ya Rêber Apo de pêk hatiye îro sala xwe ya 9’emîn tijî kir.  Em vê roja cejnê ya Rêbertiya xwe, ya şehîdên xwe yên hêja û gelê xwe yê kedkar pîroz dikin. Şoreşa Rojava bi fedakarî û berdêlên mezin bi ked û qehremaniya şehîdên me pêk hat. Li hemberî DAIŞ’ê ya ku yek ji hêza tarî ya dîrokê ye, berxwedanên mezin pêk hat û qadên jiyanê yên azad hatin vekirin. Jin û mêrên kurd vê şerê bi rûmet meşandin û li Rojhilata Navîn rêya nû ya jiyana bi rûmet û xwedî nasname vekirin.

Wekî ku tê zanîn sedsala 20’emîn ji bo gelê me bû parçekirin, bênasnamehiştin, bêzimantiştin, talan û asîmîlasyon. Li ser gelê me di sedsala 20’emîn de polîtîkayên qirkirinê yên kûr hatibûn kirin.

Di sedsala 21’emîn de paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bi têkoşîna PKK’ê re bû sedsala ku polîtikayên qirkirinê werin parçekirin û gelê me dîsa vejîna xwe pêk bîne. Bi Şoreşa Rojava re, Rojhilata Navîn û Kurdistan bi paradîgma, felsefe û pergala Rêbertiya me gelan, jinan û bîr û baweriyan xwe îfade kirin, reng û îradeya xwe danîn holê.

Li hemberî pergala mêrserwer a dewletparêz û desthilatparêz jinan, gelan û bîr û baweriyan wekî şoreşeke ku rêveberiyên xwe ava kirin, di nav şoreşên dinyayê de bû wekî stêrkekê.

Îro gelê kurd berxwedana wê ya li hemberî DAIŞ’ê di serî de bi şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk di nav gelên dinyayê de cihê xwe yê bi rûmet stendiye. Ev ax, axa me ya qedîm e û wê heta dawiyê were parastin.

Yek ji taybetiya ku şoreşa Rojava ji şoreşên din vediqetîne, li ser bingeha şoreşa jinan pêk hatiye. Vê şoreşa li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, li dinyayê di vî warî de ya ku jin bi awayekî çalak tev li nav jiyanê dibin û mohra xwe li dîrokê daye. Bi pêşengiya jinan jiyaneke nû tê avakirin. Bi vî awayî şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinan e. Ruhê berxwedanê ya bi pêşengiya YPJ’ê tê kirin, ne bi tenê ji bo jinên Kurdistanê û ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê jî bûye çavkaniya îlhamê. Jinên kurd bi berxwedanên li dijî DAIŞ’ê  cewhera jinan a dîrokî û potansiyela wê derxistin holê. Bi Şoreşa Rojava re jinan hemû hunerên xwe derxisitn holê. Bi pêşengiya jinan di civakê de guherînên mezin çêbû. Hemû dinyayê dît ku dema di şexsê jinên kurd de bîrbûna azadiyê û rêxistinbûna wê digihêje hev, jin dikarin çi bikin.

Şoreşa Rojava diyar kir ku jiyana bêdewlet dikare pêk were û nîşan da ku xwerêveberî û xweparastina jin û gelan çiqasî girîng e û jiyana azad bi xwerêxistinkirin û xweparastinê dikare pêk were. Di heman demê de heta ku jiyana alternatîf neyê avakirin wê serkeftinên mayînde jî pêk neyê.

Em Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ya ku bûye hêviya malbatên şehîdan, gelê me, jinan û hemû mirovayetiyê bi coş û hezkirin pîroz dikin.

Şoreşa Rojava di sala 10’an de dibe hêviya mirovayetiyê. Şoreşa Rojava şoreşa afirandina jiyana azad û wekhev e. Şoreşa afirandina jiyana azad a jinan e.

Parastin, geşkirina şoreşa Rojava li ser esasê xweparastin û rêxistinkirinê ya li ser xeta azadiya jinan û biratiya gelan mezin dibe. Bi pratîzebûna paradîgmaya demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk a Rêbertiya me, di dîroka mirovayetiyê de feraseta şoreşeke nû geş bûye. Sedema ku şoreşa Rojava îro li pêş e jî îdeolojîk e. Şoreşa Rojava bûye qada ku îdeolojiya Rêber Apo bi awayê herî şênber ketiye pratîkê. Bi pêşengiya jinên azad dibin, neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan, li Rojava pêk tê. Gelên kurd, ereb, tirkmen, ermen, suryan, keldan û çerkez li Rojava bi rengên xwe jiyanê ji nû ve rêxistin dikin.

Li ser vî esasî em sala 9’emîn a şoreşa Rojava li hemû jinan, li gelê xwe û li bîr û baweriyan pîroz dikin. Şoreşa Rojava wê bi berxwedan, ked û têkoşînê bibe hêviya jinên Rojhilata Navîn û dinyayê. Şoreşa me ya Rojava li hemû mirovayetiyê pîroz be.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar