Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

KONGRA-GEL şoreşa Rojava pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê di salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreşê li gelê kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê  têkildarî şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreşa Rojava pîroz kir.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL’ê de ev tişt hat gotin:

“Em 9’emîn salvegera Şoreşa Rojava û gelên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin. Em deyndarên şehîdên xwe ne. Di salvegera şoreşê de em silav û rêzên xwe ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin.

Şoreşa Rojava di dîroka gelên Rojhilata Navîn de mîladeke nû ye. Li ser bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo, gel û baweriyên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan li hemberî DAIŞ’ê şoreşa mirovahiyê ava kirin. Bi bedelekî mezin tevahiya mirovahiyê ji felaketeke pir giran parastin.

Em bi vê wesîleyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, ereb, asurî-suryanî-keldanî, ermenî, tirkmen û ên din, bi coşa şoreşê silav dikin û serketinê dixwazin. Bê guman li hundur û derve gelek zehmetî û neyarên şoreşê heye. Lê belê em dizanin ku neyarê herî mezin ê şoreşê dewleta tirk e. Berdewama dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, guhertina demografiyê, zilm û zora li ser gelê van herêman, ji bo Şoreşa Rojava êş û xeteriya herî mezin e. Bi vê wesîleyê em berxwedana gelê Efrînê, berxwedana li Şehbayê bi rêzdarî silav dikin û bawer dikin ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve, dewleta tirk û çeteyên wê jî têk biçin.

Neyarên şoreşa Rojava û gelên Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê, bi dorpêça aboriyê bi awayekî dixwazin ku şoreşê tengav bikin û teslîm bigirin. Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî jî li gorî vê dorpêçê tevdigerin û Rojava ji alîkariyên bêpar dihêle.

Bêguman ev dorpêça siyasî û aborî ya li ser Rojava, girêdayî siyaseta dewleta tirk e. Çareserî jî bi tenê berxwedana Rojava çênabe. Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya neyartiya gelê kurd, di hemû parçeyên Kurdistanê de çareseriyê jî bi hev re girêdaye. Yanî dijî dewleta tirk bi berxwedaneke gelemperî û bi têkçûna pergela faşîzmê, di hemû parçeyan de ji bo gelên Kurdistanê deriyê azadî û demokrasiyê vedibe. Ji derveyî vê çareserî nîne.

Ji ber sekinandina li hember dagirkeriya dewleta tirk û xwedîderketina Rêber Apo, em gelê xwe yê Rojava dil û can silav dikin û dibêjin pêwîst e ev helwest berdewam bike.

Gelê çar parçeyên Kurdistanê li welat û derveyî welat, di vê demê de li gel dostên xwe pêwîst e li dijî dagirkeriya dewleta tirk têkoşîna xwe geş bike. Hedef têkbirina faşîzma dewleta tirk e.

Li ser vî esasî em cardin 9’emîn Salvegera Şoreşa Rojava û Bakur – Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can pîroz dikin, ji bo gelê xwe serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar