Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Kurdî ji bo kê serbest e?

Kurdî îro tenê ji bo dirûşmeya ‘Bijî Serok Erdogan’ serbest e. Lê wekî din di her alî de ziman li kurdan hatiye qedexekirin. Dema kurdî xizmetê ji serdestan û dewletê re bike serbest e. Lê dema kurdî xizmetê ji xwediyê xwe û neteweya xwe re bike qedexe ye. Dema em vê yekê dibêjin em ezbere nabêjin. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha bi dehan caran kurdan bi awayekî girseyî xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî. Di sala 2000’î de bi hezaran xwendekarên kurd ên zanîngehan daxwazname dan rayedarên dewletê. Xwestin ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Lê li şûna hikûmet daxwazên ciwanên kurd li ber çavan bigire û qebûl bike, bi sedan xwendekar binçav kirin û girtin. Di sala 2006’an de nûnerên kurdan ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin, di bin navê KURDÎ-DER’ê de atolye û kurs vekirin. KURDÎ-DER’ê li Kurdistanê nêzî 26 şax vekirin û xwe di aliyê lêkolîn û xebatên ziman de pêş xistin. Heta sala 2016’an dibistanên kurdî yên wekî Ferzad Kemanger û gelek dibistanên din li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê vekirin. Lê hikûmetê dît ku kurd li ziman, çand, nasnameya xwe xwedî derdikevin, darbeyek çêkirin û bi vê darbeyê hemû destkeftiyên kurdan qedexe ango desteser kirin. Dibistanên kurdî û saziyên kurdî girtin, hemû dezgeh û rêxistinên kurdan girtin an jî qeyûm tayîn kir.

Siyasetmedar û nûnerên kurdan xwestin li dadgehan bi kurdî parastinê bikin lê wekî ‘Zimanê nayê zanîn’ derbasî qeydan kirin. Nûner û wekîlên kurdan li meclisê xwestin bi kurdî biaxivin, axaftina siyasetmedarên kurd wekî ‘X’ derbasî qeydan kirin. Kurd ji ber li Sakarya, Çanakkale, Ankara û gelek bajarên din bi kurdî axivîn û bi kurdî stran gotin bûn hedefa nijadperestan. Her çend bi awayekî fîîlî Serokkomar Tayyîp Erdogan got ‘Birayên min ên kurd’ jî dîsa di fermiyetê de daxwaza ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê red kirin. Herî dawî Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce got ‘Zimanê kurdî ne li gorî pedegojiya perwerdê ye’ û heqaret li ziman kir.

Li aliyê din Serokomar Erdogan di 10’ê tîrmehê de hat Amedê. Li salonek konferansê komek mirov kom kiribûn û xîtabî wan dikir. Komê jî dirûşmeya ‘Bijî Serok Erdogan’ berz dikirin. Balkêş e di heman rojê de 9 oldarên kurd ên xutbeya kurdî dabûn, bi hinceta ‘Bi kurdî xutbe dane’ hatin girtin û şandin girtîgehê. Em dibînin ku kurdî ji bo kurdan qedexe dikin. Lê ji bo xwe û pesndayîna xwe serbest dikin.

Dibe ku kurd bi kurdî diaxivin. Lê nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Nikarin bi zimanê xwe îbadetê bikin. Nikarin bi zimanê xwe bistrên. Nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û nikarin bi zimanê xwe xizmeta tenduristî û şaredariyan bidin. Dema kurd bi zimanê xwe perwerde dibin û xizmetê didin hev, bi gelek astengî, qedexe û cezayan re rû bi rû dimînin. Dema em li vî wêneyê zimanê kurdî dinêrin, em dibînin ku kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo îktîdar û hikûmetê serbest e…

Me dît ku oldar ji ber xutbeya kurdî xwendin hatin girtin. Lê li aliyê din tirşikçiyê Erdogan bi kurdî ‘Bijî Serok Erdogan’ berz dikin ji bo wan serbest e.

Lê divê êdî kurd bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin. Her malên xwe bikin dibistan û bi israr û bi biryar zarokên xwe li malê bi kurdî perwerde bikin.

Nûçeyên Têkildar