Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Navê îşkenceyê kirine tedawî

Girtiyên nexweş li dijî îşkenceya li girtîgehê û dermankirina girtîgehê bi salan e têdikoşin. Rayedarên girtîgehê li ser navê tedawiyê îşkenceyê li girtiyan dikin. Dema dixwazin girtiyan tedawî bikin, hem wan dereng sewqî nexweşxaneyê dikin, hem jî destê wan kelepçe dikin û bi kelepçeye wan derman dikin. Li aliyê din bi hinceta şewba vîrûsa koronayê girtiyên nexweş bi tena serê xwe 14 rojan di huncreyê de dihêlin. An girtiyan dereng dibin nexweşxaneyê. Gelek caran jî daxwaza girtiyên nexweş a dermankirinê red dikin.

Mînaka vê yekê ya herî balkêş girtiyê 83 salî ku 25 sal in girtî ye Mehmet Emîn Ozkan e. Mehmet Emîn Ozkan di sala 1996’an de li Mêrsinê hatibû binçavkirin. Bi îdeaya General Bahtiyar Aydin di 22’ê cotmeha 1993’an de li navçeya Liceya Amedê kuştiye hatibû girtin. 25 sal in neheq û bê hiquqî girtî ye. Wekî sedan girtiyên bi neheqî û bê sûc ceza li wan hatine birîn û girtî ne; Mehmet Emîn Ozkan jî bê delîl û bêbelge hat girtin û kuştina Gerenal Bahtiyar xistin stûyê wî. Wê demê dozger anîbû ziman ku bûyer ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatiye. Dozer der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan Albay Eşref Hatîpoglu û Teyben Tunay Yanardag de bi sûcdariya ‘Bi zanebûn kuştiye’, ‘Gel teşwîqî îsyanê kiriye’ û ‘Li ser curumê bandor kiriye’ cezayê muebbetê û 24 sal ceza xwestibû.

Lê dadgeh bi hinceta Teymen Tunay Yanardag jiyana xwe ji dest daye ji dosyayê derxist. Dîsa heyeta dadgehê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Alayê Eşref Hatipoglu beraet kir.

Ev tenê mînakek şênber e. Bi sedan girtiyên ku ceza li wan hatiye birîn li derveyî hiqûq û zagonan girtî ne. Bi sedan sûcdar û kujer jî li derveyî zagon û hiqûqê serbest in. Mînaka herî şênber kujerê Kemal Kurkut e. Polîs Yakup Şenocak di Newroza 2017’an de Kemal Kurkut kuşt. Kujer Yakup Şenocak niha serbest e û li ser karê xwe ye. Lê rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyê bûyerê kişandibû tê darizandin. Endamên JÎTEM’ê General Bahtiyar Aydin kuştin. Lê ji bo kujer memûrê dewletê yên nepen bûn hatin parastin û li şûna wan Mehmet Emîn Ozkan kirin qurban.

Hem neheq digirin û ceza dikin, hem jî girtîgehan li wan dikin îşkencexane. Bi hezaran girtî li gel temenê mezin û nexweşiyên giran nayên berdan û nayên dermankirin. Dema wan derman bikin jî tedawiyê li wan dikin îşkence. Niha li ser navê dermankirinê Mehmet Emîn Ozkan ji bo rapora şandeyê bigire sewqî nexweşxaneyekê Xarpêtê kirin. Ozkan demek dirêj e li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û ji ber temenê xwe yê mezin û tenduristiya xwe ya giran nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe dewam bike.

Girtiyê nexweş Siddik Guler 27 sal in girtiye. Nexweşxaneyê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Piştî vê yekê dozgeriyê serlêdana ji bo taloqkirina înfaza wî red kir.

Girtiyê nexweşê giran Alî Osman Kose 27 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne. Osman Kose 64 salî ye û tevî  nexweşiya penceşêra gurcikan û gelek nexweşiyên din pê re hene û ew nikare li xwe binêre.

Girtî Şemsettin Ozer ê 52 salî 27 sal in girtî ye. Li gel nexweşiya pençeşera qirikê nayê berdan. Li girtigehên Êlih, Sêrt, Mûşê ma. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê girtî ye.

Girtiyê nexweş Ahmet Çakal ê 68 salî 27 sal in girtî ye. Çakal niha li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 girtî ye. Bi nexweşiyên warîs, fitiq, gastrît û şekir e. Ev çend mînakên girtiyên nexweş in.

Gelek girtî rapora ATK’ê digirin. Li gorî raporên ATK’ê divê ev kesên nexweş bêne berdan. Lê dozgerî û dadgeh berdana girtiyan red dike. Hem berdana girtiyan red dikin, hem jî di şertên herî giran de derman dikin û dermankirinê li girtiyan dikin îşkence. Bi sedan mînakê bi vî rengî hene. Girtiyên nexweş li dijî şertên girtîgehê ên bûne wekî îşkenceyê li ber xwe didin û bi salan têdikoşin.

Nûçeyên Têkildar