Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...
Yekşem - 25 Tirmeh 2021

Dewleta tirkan û Kurdistan

Du gotinên dijî hev in. Ne bes dij, dijminên hev in. Bêgûman mijara gotinê zihniyet û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye, ne welat û gelên Tirkiyeyê...

Serheldan le Ehwaz û Xuzistan

Nebûnî awî xawên bo xwardinewe carêkî dîke gelanî ereb û lûr hênayewe ser şeqam û meydanekan. Eger be kurtî basêk le herêmî Ehwaz yan Xuzistan...

Polîtîka û taktîka dewleta tirk û PDK’ê yek in

Di êrîşên dagirker ên tirk yên li ser Başûr de tê dîtin ku PDK jî eynî polîtîka û taktîkan dike

ANF Images

PDK cara pêşî 1992’an li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rengekî aşkera hevkarî bi dewleta tirk re kir. Piştî vê hevkariyê 3’yê Cotmeha 1992’an PDK bi dewleta tirk re êrîş anî ser Tevger Azadiya Kurd. Heta dawiya cotmehê vê êrîşê dom kir. Piştî vê hevkariyê di navbeyna gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd û PDK’ê de 1999’an gelek caran şer derket. Li gel vê PDK di êrîşên dewleta tirk de li rex dewleta tirk cih girt. Di êrîşên ser gerîla de hişt ku xaka Başûr bi rehetî bi kar bîne.

Her wiha ji 1995’an û wir ve hişt ku dewleta tirk li xaka başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û îstîxbarî bi kar bîne. 1997’an PDK kete pêşiya tangên dewleta tirk li hişt ku li Qendîlê biçe heta bi Çoman û Hacî Umran ên nêzî sînorê Îranê. Her wiha pêşengî kir ku biçe heta gundê Pirdeşalê li herêma di navbera Rana û Soranê.

Piştî ku 1992’an PDK-dewleta tirk êrîş anîn ser gerîlayên PKK’ê şerê navbera PDK’ê û gerîlayan heta salên 2000’î domiya. 2000’an piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara veguherîna radîkal girt, Tirkiye û PDK’ê hin hêzên ku di şerê dijî PKK’ê de bi kar dianî tasfiye kirin. Tirkiye Hîzbûlkontra tasfiye kir, hin kes jî li gel ku bikarîbû bigire jî ew negirtin û kuştin. PDK’ê jî gavên wiha avêtin. Samî Evdirrehman û Fransûva Herirî ku mîmarê şerê gerîlayên azadiya Kurdistanê û PDK’ê bû, bi rêbazên cuda dane kuştin. Bi vî rengî nehiştin ku siberojê hin rastî derkevin holê.

Her wiha pêvajoya Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de gelê Başûr çar parçe gelê kurd xwedî li PKK û Abdullah Ocalan derket. Vê rewşê li gel hewldanên PDK û serokê wê yê giştî Mesûd Barzanî jî pêşî li şerekî nû yê dijî PKK’ê girt. Ji ber vê Mesûd Barzanî mecbûr ma ku bibêje, ‘Şerê kurd û kurdan heram kiriye.’

Her ku çû gelê Başûr bêhtir bû dilxwazê PKK’ê. 20’ê sibata 2008’an dema êrîşa dagirker a li ser Zapê gelê Başûr helwesta xwe bi asta herî zêde xwe nîşan da. Gelê Bamernê û Amediyê nehişt ku leşkerên dewleta tirk a dagirker û tang , panzêr û çekên giran ji baregehan êrîşê bibin ser gerîla. Gel rêya baregehan girt û nehiştin ku hêzên dagirker ji baregehan derkevin. Vê rewşê nîşan da ku Tevgera Azadiya Kurd û gerîlayên Başûr di dilê gelê Başûr de cihê xwe girtiye. PDK li dijî vê bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe yên dijî PDK’ê bi rengekî aşkere an jî veşartî domand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêvajoya guherîna stratejîk li çareseriya pirsa kurd digeriya, Tirkiye û PDK kir rewşeke zor. Ji ber vê Tirkiye bi rêyên veşartî ji bo ku hevdîtinê bikin hin kes şandin cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agirxwest jê xwestin. PDK ya ku hay ji vê hebû ji çav re hewl da ku têkiliyên xwe xweş bike û ji bo ku bi Tirkiyeyê re derbê lê bixe plansazî kir. Di êrîşên demên cuda de û bi rêbazên cuda yên dijî Tevgera Azadiya Kurd carinan destek da, carinan kir ku bi rehetî êrîşê bînin û carinan jî îstîxbarat da. Bi gava çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir û PDK jî li gorî vê gavê bû xwedî pozîsyonekê. Ji aliyekî ve bi AKP’ê re hevkariyeke jidiyayî kir û ji aliyê din ve xwe wiha nîşan da ku bi Tevgera Azadiya Kurd re pirsên xwe çareser bike û bersivê dide banga Yekitiya Neteweyî ya Rêberê Gelê Kurd. 2012’an di serî de PKK, PDK, YNK bi tevlêbûna gelek partiyên kurd komîteya yekitiya neteweyî hat avakirin. Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî tev li civîna vê komîteyê bûn. Civîna pêşî ya komîteyê li Hewlêrê çêbû. Ji bo kurdan hêviyeke mezin derkete holê. AKP jî paralelî vê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin da destpêkirin. Ev hevdîtin 2013’an hat asta hevdîtina nav şandeyan. Piştre bi navê Mitebeqeta Dolmabahçeyê belge hate îmzekirin. Tam jî vê demê Erdogan mase da erdê û got mitebeqeteke wiha nîne. 2015’an Tîrmehê di ser Tevgera Azadiyê re li dijî kurdan şerê îmhayê da destpêkirin. PDK jî parlalelî van gavên AKP’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd şerekî nebinavkirî ku pêşî li qada siyasî xwe dayî hîskirin da destpêkirin. Gava pêşî ya vî şerî bû tasfiyekirina komîteya yekitiya neteweyî. Ew komîte bi astengkirina PDK’ê careke din kom nebû. Piştre PDK kir ku xebatkarên li qada legal ên Tevgera Azadiyê di serî de li Hewlêrê nikaribe bimeşîne. Hewl da ku hinan jê bi zorê ji qadê derxîne, hin jê girtin, hinan jê ji qadê derxîne.

AKP bi rengekî ku xakên Bakur-Rojhilatê bike hedefa xwe gava pêşî bi dagirkirina Cerablûs, Bab, Ezaz û Exterînê avêt. Bi vê dagirkeriyê re haziriya êrîşên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. PDK’ê bi fesihkirina PDK-S ku 2015’an ava kiribû, navê ENKS dîsa danî sazkar kir û xwest li Serêkaniyê û Girê Spî bi rolekê rabe; li dijî Tevgera Azadiya Kurd di nav êrîşên leşkerî yên dagirker yên AKP’ê de ma.

Dewleta tirk Kanûna 2017’an bi plana êrîşê gavên dagirkirina qada Bradostê girt. Pêşî hewl da ku ji Ava Hecîbeg derbas bike û bikeve qadê. Pişre li ser Ava Hecîbeh pir çêkir, hewl da ku hêzê bişîne ser Deşta Heyatê, Çiyayê Sîro, Bermizê. Ev bi hêza çekdar a PDK’ê dikir. Ev bi gelek belgeyan derkete holê. Rayedarên PDK’ê PKK weke sedema van êrîşan nîşan didan. Di daxuyaniya de digotin heke ne ji PKK’ê bûya dewleta tirk wê nekeve qadan, ziyanê nede gundiyan. Her wiha digotin sivîlên di êrîşên hewayî yên tirk de dimirin jî ji ber vê sedemê dimirin. PDK bi van daxuyaniyan êrîşên dagirker ên tirk meşrû dikir û pê re tevdigeriya.

20’ê Çileya 2018’an dewleta tirk a dagirker navber da êrîşên li ser Bradostê li gel çeteyên DAIŞ, Nûsra, Îxwanî Misilim êrîşên dagirker li ser Efrînê da destpêkirin. Adara 2018’an piştî ku dagirkeriya Efrînê û komkujî qedand êrîşên xwe yên li ser Bradost û Başûr zêde kir. 26’ê Adara 2019’an xwest ku êrîşên dagirker ên li ser Bradostê heta bi Xakurkê û çiyayê Şekîf dirêj bike. Eynî rojê roja sondxwariyê ya Nêçîrvan Barzanî bû ya ji bo seroktiya herêmê û her wiha Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglu jî li merasîma Barzanî, li Hewlêrê bû.

Paralelelî vê jîgehên Başûr jî di nav de êrîşên hewayî didomand. Li herêmên Şeladizê, Deralûkê û ser sînor êrîşan domand û ziyan giha ser gelek sivîlan. PDK weke her carê hewl dida ku van komkuijyan meşrû bike. Dewleta tirk a dagirker Tebaxa 2019’an êrîşên dagirker ên li ser Bradostê navber dayê û êrîş bire ser Heftanînê. Heta cotmehê van êrîşan domand. Cotmehê dema ku êrîş bire ser Serêkaniyaê û Girê Spî êrîşên ser Heftanînê sekinand. Di êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî de jî weke Efrînê PDK xwest li cem dewleta tirk rolekê bide ENKS’ê. Lê dewleta tirk a dagirker li van qadan hema hema cih neda ENKS’yiyan ku ENKS li cem PDK dima û hewl dida ku polîtîkayên wan bişopîne. Dewleta tirk piştî êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî sala 2020’an dîsa hewl da ku Heftanînê dagir bike. PDK di van hemû pêvajoyan de bi rengekî aşkera yan jî veşartî li cem dewleta tirk ma. Li gel vê bi Iraqê re li hev kir, li gel hêzên Zêrevan ên sînorê Iraqê ku li aliyekî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê didomîne bi hêzên xwe yê kirêkirî bi Zêrevanên sînor ên Iraqê re kete qadên gerîla û ji bo ku dorê li qadên gerîla teng bike hewl da ku hin cihan bigire. Vê hêzê kir ku di navbeyna gerîla û hêzên kirêkirî yên PDK’ê de rageşî derkeve. PDK li qadên ku rageşî derkeve got, ‘heqê me heye ku em û hêzên ıraqî bikevin hemû qadan’. Hewl da veşêre ku bi Tirkiyeyê re tevdigere. Ji aliyekî ve jî li ser qadên gerîla ku ev 30 sal in jê derketî heq îdîa kir.

Tirkiye van çar salên dawî li dijî Başûr û Rojava êrîşên dagirker da destpêkirin. PDK her carê hewl da ku êrîşên tirk meşrû nîşan bide. Dewleta tirk ev êrîşên dagirker bi rengekî plan û qonax bi qonax pêk anî. Li qada Bradostê beriya ku êrîşên dagirker dida destpêkirin, pêla êrîşê da destpêkirin. Dema ku kurdan helwest nîşan da êrîşên dagirker sivik kir. Lê li daristanên ku ketiyê dar birîn, rê û avahî çêkirin û hewl da ku bi cih bibe. Li gel dewleta tirk PDK jî ya ku hewl dide ku ji Başûr têkeve van qadan bi eynî taktî û planê meşiya.

PDK van du salên dawî ev plan bi rengekî beloq li herêma Zînê Wertê da destpêkirin. Nîsana 2020’an hêz şande ser Zînê Wertê. Ev qad bi temamî ya gerîla bû. Gerîlayên li qadê ku çûbûn bi pêşmergeyên PDK’ê re hev bibîni, 16’ê Nîsanê li nêzî mewziyên pêşmergeyên PDK’ê balafirên şer ên tirk êrîş birin ser wan. Sê gerîla şehîd bûn. Ev rageşî demeke din jî domand. Lê Tevgera Azadiya Kurd ji bo şer dernekeve rageşî gur nekir. PDK ji qadê derneket, eynî weke dewleta tirk a dagirker kirî, hêzeke din jî şande ser Zînê Wertê. Ev helkefta PDK’ê li nav YNK’ê, partî, rêxistin û hêzên leşkerî, raya giştî ya kurd bû sedema nerazîbûnan. Ji ber van helwestan PDK demekê mecbûr ma bisekine. Bi fikra ku helwest kêm bûye 25’ê Cotmehê hêz şande ser qadên gerîla û hewl da ku mevziyan deyne. Ev helkefta PDK’ê ya li Garê heta 30’ê Cotmehê domand, 4’ê Mijdarê jî hewl da ku vê bidomîne. Vê carê 4’ê Mijdarê li dijî qada Garê operasyonek da destpêkirin. Li gel hişyariyên gerîla jî hewl da ku li kampa li derdora gundê Bêbadê bi cih bibe. Lê li gel hemû hişyariyan jî hewl da ku bi nav kampê de biçin, hişyarî li Hammerê hate kirin. PDK’ê ev rûdana 7’ê Mijdarê di organên xwe yên çapemeniyê de bi rengê ‘gerîla êrîş anî’ da. Lê raya giştî ji bo ku ji nêz ve dişopand guh neda van daxuyaniyan.

PDK bi taktîkên tirk paralelî dewleta tirk ku dixwest li qadên gerîla bi cih bibe, helkefta xwe domand. 13’ê Kanûnê saeta li derdora 10’an li nêzî gundê Reşankê ya nehyeya Zawitê ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK’ê wesayiteke ku gerîla û endamên rêxistineke dost lê bûn rawestandin. Hêzên PDK’ê ku dîtin di wesayitê de gerîla hene li gel ku wesayît rawestiyabû jî bi çekan lê reşand. Eynî rojê saet 20:30’an wesayiteke gerîla ku di navbeyna gundê Kanê û Sergelê de ya navçeya Amediyê de diçû, ku ji berê ve ev rêgeha gerîla bû, wesaitên zirxî yên PDK’ê dora wesayitê digirin. Hêzên PDK’ê li vê wesayitê direşînin. Piştî vê şer dest pê kir. Di encamê de 2 jê bi giranî 3 gerîla birîndar dibin.

Piştî êrîşa berfireha tirk a 23’ê Nîsanê ya li ser Avaşîn Zap û Metîna PDK jî li Zap û Metîna hereket kir. PDK 4’ê Gulanê bi hêzeke ku hêzên sînor ên Iraqê jî di nav de bûn, bi navê Iraqê tevgeriya, li qada Biavya û Bêdehê yên Metînayê li ser girekî, li girekî di navbera Teşîşa û Qumriyê de bi cih bû.

5’ê Hezîranê hêzên PDK’ê li ser tengava di navbera Girê Çarçel û Girê Hekarî de ji 2 baskan ve êrîş anî, ku ev der cihekî stratejîk ê Metînayê ye. Ji bo ku ev hêzên leşkerî ku her baskê wê ji 50 wesayitî pêk dihatin nekevin vê tengavê gerîlayan hişyarî da. Lê van hêzan guh nedan hişyariyan û bi pozisyona êrîşê hewl dan ku pêş ve biçin. Hêzên leşkerî yên PDK’ê ji 6’ê Hezîranê û wir ve dixwaze bi pêş ve biçe. Hezîranê li dijî gerîla ku li Metîna dewleta tirk a dagirker dorpêç dike, destûr nade êrîşên dagirker, PDK bi rengê dorpêçkirinê vê helkefta ku dayî destpêkirin, li Metîna bi çêkirina mewzî û rêyan, bi şandine hêzê dixwaze bi cih bibe.

Ev gavên PDK’ê ji hêla partiyên siyasî yên Başûr, rêxistin, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, gelê li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bû sedema nerazîbûnê. Ji ber ku PDK xwest vê bike şerê kurdan. Partiyên Başûr û gel aşkera kir ku ew tev li vî şerî nabin. PDK ji aliyekî ve ev domand û ji aliyê din ve ji bo hêzên bişîne ser herêma Rêncber Axa hazirî kir. Dema ku raya giştî ya kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermendan helwest nîşan da ev sekinand. Li Metîna piştî ku dewleta tirk ketiyê, dar birîn û bi avakirina avahiyan hewl da bi cih bibe, PDK jî weke Tirkiye dema ku gavên bi mebesta dagirkirinê bû sedema helwestan bêdeng ma û hewl da ku li qadên ku ketiyê bi cih bibe. Wi ya diyar e piştî demekê dema ku nerazîbûn kêm bûn wê hewl bide cihekî din dagir bike. PDK jî van 2 salên dawî eynî polîtîkaya Tirkiyeyê dişopîne. Ji ber vê, van rojan ku helwest ji bo Metîna kêm bûye PDK ji bo ku bikeve hin qadên nû haziriyan dike û hewl dide tevbigere. Agahiyên ku ji herêmê hatin bi vî rengî ne. Ev nîşan dide lîstika PDK ya bi hevkariya Tirkiyeyê her ku diçe bêhtir dibe xwedî rengekî taloke. Heke wiha bidome şerê kurd ku PDK bûyî sedema wê bibe bivenevê. Ji ber vê raya giştî ya kurd divê tim bihestiyar be, zextê li ser PDK’ê bike da ku wê rawestîne.

Çavkanî: ANF / Seyîd Evran – SILÊMANΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar